SerekeSîyasî

40 çeteyên DAÎŞ ê li parêzgeha Hesekê hatin girtin

Opêrasîyona ewlehîya domdar ya li kampa Holê û derdora wê di roja duyemîn de ye. Heya niha 40 çeteyên DAÎŞ ê hatine girtin û gelek çek hatine desteserkirin.

Opêrasîyona ewlekarîya domdar ku ji alîyê hêzên Sûrîyaya Dêmokratîk (HSD) û hêzên ewlekarîya hundirîn (asayîş) ve li kampa Holê û derdora ve hatîye destpêkirin, di roja xwe ya duyemîn de dewam dike.

Li gorî agahîyên ku fermandarên opêrasîyonê hatine dayîn, heta niha çeteyekî DAÎŞ ê hatîye kuştin, 40 çeteyên DAÎŞ ê hatine girtin û hejmareke çek û cebilxane hatine desteserkirin.

Armanca opêrasîyonê, paqijkirina 100 kîlomtêrê li kampa Holê û derdora wê (devera di navbera Hol, Til Hemîs, Hesekê, Eşîre û Şedadê de) ye.

Hêzên opêrasyona ewlehîya domdar di daxuyanîyekê de dîyar kir, bi dehan şikeft û cîhên ku têrorîstên DAÎŞ ê xwe lê vedişartin, hatine pakkirin.

Zêdetir nîşan bide
Herwiha kontr’ol bike
Close
Back to top button