Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî 7 ê mijdarê pêşwazî li berpirsê nivîsîngeha Yekîtîya Avrûpayê li Herêma Kurdistanê Radû Botûm kir.
Li gorî daxuyanîya serokatîya Herêma Kurdistanê, civînê da hilbijartinên parlamêntoya Kurdistanê û pêngavên bên yên pêkanîna kabîneya nû ya hukumeta Herêma Kurdistanê, pêwendîyên Îraqê û Herêma Kurdistanê bi Yekîtîya Avropayê ra û pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de gotûbêjkirin.
Berpirsê nivîsîngeha Yekîtîya Avrûpayê pîrozbahîya serkeftina proseya hilbijartinên parlamêntoya Kurdistanê kir û bal kişand li ser wê yekê ku li gor nirxandina wan proseya hilbijartinan û dengdanê serkeftî bû û bi rêkûpêk derbas bû û got ku, ew ji proseyê razî bûn û ji bona vê yekê destxweşîyê li hemû alîyên peywendîdar kirin.
Herdu alîyan tekez li ser berfirehirkirina hevkarîyên hevbeş yên di navbera welatên Yekîtîya Avropayê Îraqê û Herêma Kurdistanê da kirin, bi taybetî di warên ku ji bo Îraqê û Herêma Kurdistanê pêwîst in û ji bo bihêzkirina saziîên Herêma Kurdistanê dikarin bibin alîkar.
Metirsî û rewşa aloz ya Rojhilata Navîn û çendîn pirsên din yên xwedî berjewendîyên hevbeş, çend mijarên din yên hevdîtinê bûn.