H’emû nûçeSereke

Salên 2019-2023 a de îxracata bi dolarê Ermenîstanê bi  220  selefî zêde bûye

Sala 2023 a de Ermenîstanê bi nirxê 8,37 mîlyard dolaran berhem hinardeyî cîhana derve kir, li gorî Top Îxracatên Cîhanê.

Ev mîqdar li gorî daneyên sala 2019 a bi 219,7 selefî zêde bûye. Bi giştî nirxê hinardekirina Ermenîstanê 57,7 selef zêde bûye, sala 2022 de ev hejmar bû 5,31 mîlyard dolar.

92,2  selefê kelûpelên ku ji Ermenîstanê hatine hinardekirin, radestî Rûsîyayê ( 40,4 selef), Yekîtîya Mîrtîyên Ereba (26,6 selef), Hong Kong (8 selef), axa Çînistanê (5,1 selef), Hollandîya (2,8 selef), Îraq (2.2 selef), Gurcistan (1.6 selef), Bilgarîya (1.16 selef), Bêlçîka (1.13 selef), Îran (1.13 selef), Bêlarûs (1.1 selef) û Almanya (1.04 selef).

Ji îxracata Ermenîstanê 51,3 selef ji welatên Avropayê re, 47,8  selef jî ji bo Asîyayê dihat kirin.

Ji ber ku Ermenîstan xwedîyê 2 mîlyon  963 hezar nifûsê ye, sala 2023 a de bi giştî hinardekirina wê 8,37 mîlyard dolar e, ku ji bo her niştecihê vî welatî bi qasî 2800 dolar e.

 Mêtalên giranbiha di deh îxracata pêşîn de xwedan mezinbûna herî bilez bûn, di navbera sala 2022 a û sala 2023 a da 224,6 selef mezin bûn.

Wesayîtên êlêktrîk û alavên êlêktrîkê di rêza duyemîn de di rêza pêşkeftina firotina îxracatê de bi rêjeya 94,9 selefî zêde bûne.

Peydabûna wesayîtan a Ermenîstanê di warê nirxê de sêyemîn zêdebûna herî bilez tomar kir, ku ji sedî 66,8 zêde bû.

Zêdetir nîşan bide
Herwiha kontr’ol bike
Close
Back to top button