SerekeSîyasî

Rayedarên rêveberîya Talîbanê wê beşdarî  civîna avhewayê ya Neteweyên Yekbûyî ya li Bekûyê bibin

Wezîreta  Afganistanêye karên der ragîhand ku rayedarên “Talîbana” Afganistanê wê beşdarî konfêransa COP29 bibin.

Talîban  15 ê tebaxa sala 2021 ê de piştî vekişîna hêzên Amêrîkayê yên ku 20 sal in li wî welatî bi cîh bûne, hat ser desthilatê. Neteweyên Yekbûyî rê neda ku Talîban di civata giştî ya Afganistanê de cîh bigire û hukumeta Afganistanê bi fermî ji alîyê welatên endamê Neteweyên Yekbûyî ve nayê naskirin, piranî ji ber qedexeyên Talîbanê yên li ser perwerdeya jinan û azadîya tevgerê.

Wezîrê Afganistanêyî karên der Abdûl Qahar Balxî gotîye ku rayedarên ajansa neteweyî ya parastina jîngehê ji bo beşdarî konfêransa COP bibin hatine Adirbêcanê.

Karbidestên Talîbanê li Dohayê beşdarî civînên Neteweyên Yekbûyî yên li ser Afganistanê bûn û wezîrên Talîbanê jî di du salên borî de li Çînistanê û Asyaya Navîn beşdarî forûman bûn.

Lê belê, byûroya COP ya peymana çarçove ya Neteweyên Yekbûyî ya li ser guhertina avhewayê nîqaşa beşdarbûna Afganistanê ji sala 2021 ê ve paş xist, bi bandorî pêvajoyê  qerimand. Salên dawî de, rêxistinên nehukûmî yên afganî jî di beşdarbûna nîqaşên avhewayê de zehmetîyan dikşînin.

Adirbêcan karbidestên ajansa hawirdorê ya Afganistanê vexwendîye COP29 wek çavdêr, û rê dide wan ku “beşdarî nîqaşên mûhtemel û hevdîtinên dualî bibin”, çavkanîyeke dîplomatîk ku bi mijarê agahdar e ji Reutersê re gotîye.

Ji ber ku Talîban di sîstêma Neteweyên Yekbûyî de bi fermî wek hukumeta rewa ya Afganistanê nayê naskirin, çavkanîyê got ku karbidest nikarin ji bo beşdarbûna civînên welatên endam yên tam bawernameyan bistînin.

Serkirdayetîya Adirbêcanê red kir ku şîrove bike.

Afganistan yek ji welatên ku herî zêde ji guherîna avhewayê bandor bûye tê hesibandin. Ji ber lehîyan îsal bi sedan kes mirin û welatê ku bi giranî bi çandinîyê ve girêdayî ye, ji ber zîhabûna giran ketîye. Gelek cotkarên ku piranîya nifûsê pêk tînin, bi pirsgirêka bêewlehîya xwarinê re rû bi rû mane.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button