H’emû nûçeSereke

Berîya mehekê me dîsa derbarê kanalên têlêvîzîyonê de pêşnîyar ji Rûsîyayê re şand:wezîr

Wezîreta pîşesazîya têknolojîya bilind ya Ermenîstanê bang li Fêdêrasîyona Rûsyayê kir ku peymana navbera hukumetên ermenî-rûsa ku weşana kanalên têlêvîzîyonên dewletê yên Rûsîyayê li Ermenîstanê bi rêkûpêk dike, binirxîne. Factor TV îro ji wezîrê wezîreta pîşesazîya têknolojîya bilind  Mxîtar  Hayrapêtyan pirsî, ka çi nûçe li ser vê pêvajoyê hene. Ji bersiva wezîr dîyar bû ku alîyê rûsî guh nedaye pêşnîyarên Ermenîstanê.

 “Berî 4 mehan me pêşnîyarên xwe ji hevkarên xwe yên rûs re şand ji bo guhertina peymanê ku me bi eşkereyî ragîhand. Me bersivek negirt û me mehek berê jî heman pêşnîyar şand, em li bendê ne ku ji bo fêmkirina helwesta hevkarên xwe yên Rûsîyayê bersivek bê dayîn”. Li ser pirsa me ya din jî, eger vê carê bersiv nedin, gotîye: “Wî çaxî tuyê  pirsekê bidî, ez ê bersivê bidim. Dema ku me pirsî gelo wê Ermenîstanê peymanê yekalî betal bike.

Hayrapêtyan bersiv daye: “Ez rojeke xweş ji we re dixwazim”.

Kanalên têlêvîzîyonê yên rûsî li Ermenîstanê di bin peymaneke navhukumetî de têne weşandin. Factor TV berîya niha li ser peymana ermenîya-Rûsyayê lêkolîn kiribû, ku di xala 5 a ya wê de tê gotin ku Ermenîstan û  Rûsîya wê weşanên li dijî gelan û nirxên netewî nehêlin, her wiha naveroka ku mudaxeleyî jîyana sîyasî ya navxweyî dike, nayê qebûlkirin. Di xala 6 a de tê destnîşankirin ku di rewşên leşkerî yan jî awarte de, divê rêz li rêzikên gerdûnî yên ku li ser axa dewleta weşanê hatine destnîşan kirin, bê girtin. Di hevdîtinên li  Yêrêvanê de binpêkirinên xala 5 a  ya peymanê hatin tomarkirin her çend alîyê rûsî ev rastî qebûl kiribe jî, weşana van kanalan li ser multipleksa giştî ya Ermenîstanê nayê rawestandin. Li şûna wê, lihevkirinek hat kirin ku ji bo bi rêkûpêkkirina hemû xalên peymanê gav bên avêtin.

Di axaftinên sîyasî yên kanalên têlêvîzîyonên rûsî de, hoste û pisporên mêvan timî heqaret li rayedarên payebilind yên Ermenîstanê dikirin, agahîyên derew belav dikirin, her wiha dîyardeyên destwerdana jîyana sîyasî ya navxweyî ya Ermenîstanê, lehengîya leşkerên ermenî û welatparêziya wan dihat pirsîn.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button