H’emû nûçeSereke
Ji Adirbêcanê rêdaktorîya hejmara 11 a, ya peymana aşîtîyê hatîye stendinê: pirsên hevraqaylnekirî hene: cîgirê wezîrê karên der

Hene kanal, bi kîjana tevî Adirbêcanê dikevine nava kontaktê, nava wêda usa jî projeya azêrîyaye 11 a, ya rêdaktorîya peymana aşîtîyê.Derbarê wê yekêda cîgirê wezîrê Ermenîstanêyî karên der Vahan Kostanyan gotîye rojnamevana.
Bi axaftina derheqa projeya peymana aşîtîyêda, ewî gotîye: “Hê pirs hene, dora kîjana fikir ji hev cuda dibin, lê em dibînin wekî mecal hene ku wan fikira nêzîkî hevdu bikin”.
Derbarê wê yekêda wekî ji alîkîva Elîyêv bi optîmîstî derbarê aşîtîyêda dibêje, lê alîyê mayînva gefa li Ermnîstanê duxwe, cîgirê wezîrê karên der gotîye: “Ermenîstan nava pêvajoya normalkirina pêwandîyên tevî Adirbêcanê hewaskare û ez difikirim, ku ev yek alî pêvajoyê dike û civakên herdu welata jî amade dikin”.







