H’emû nûçeSereke
Çînistan amadeye beşdarî modêrnîzasîyakirina stansîya Ermenîstanêye atomî bibe: borcbirê baylozê Çînistanê

Em zanin wekî li stansîya Ermenîstanêye atomî xebatên çêkirinê gerekê bêne mîyaserkirinê û usa jî pirsa çêkirina stansîya atomîye nû tê gotûbêjkirinê.Derbarê wê yekêda borcbirê baylozê Çînistanêyî wedelû gotîye rojnamevana.
Ewî gotîye wekî Çînistan amadeye beşdarî wan xebata bibe û alî cimeta ermenî bike. “Em amadene tevî Ermenîstanê nava goveka ênêrgêtîkayêda hevkarîyê mîyaserkin û em hewaskarin nava goveka ênêrgêtîka atomîda hevkarîyê bikin”,-dîplomat gotîye.
Ewî serda zêde kirîye wekî li qeza Gêxarkûnîkê Çînistan bernama çêkirina stansîya fotovoltê mîyaser dike, kîjanê zûtirekê bê teslîmkirinê.







