H’emû nûçeSereke
Ermenîstanê pêşnyarên xweye derheqa herdu xalên projeya peymana aşîtîyê derbazî alîyê Adirbêcanê kirine

Herdu xalên projeya peymana aşîtîyê, yên ku mane Ermenîstanê pêşnyarên xweye derheqa wanda derbazî alîyê Adirbêcanê kirine. Li gorî ragîhandina “Armênprêss” ê, derbarê wê yekêda, wextê dayîna bersiva pirsaye li parlamêntê, Nîkol Paşînyanê serokwezîr gotîye.
“Me pêşnyarên xwe, yên herdu xalên mayî, yên peymana aşîtîyê roja duşemê teslîmî Adirbêcanê kirine”,- Paşînyan gotîye.
5 ê mijdarê, Ermenîstanê pêşnyarên alîyê Adirbêcanê, yên derheqa projeya peymana aşîtîyêda stendibûn.







