H’emû nûçeSereke

Daxuyanîyên Bekûyê yên ku nayên qebûlkirin, armancên herî girîng yên avhewayê yên konfêransa COP29 xirab dike:Jozêp Borêl

Jozêp Borêl nûnerê payebilind yê Yekîtîya Avropayê yê ji bo kar û barên derve û sîyaseta ewlehîyê li ser rûpela xwe ya X ê nivîsîye, tohmetên serokkomar Elîyêv yên li dijî Yekîtîya Avropayê, Fransîyayê û Nîderlanda dibe sedema xemgînîyeke mezin.

“Ev daxuyanîyên ku nayên qebûlkirin dikarin armancên herî girîng yên avhewayê yên konfêransê û bawerîya bi serokatîya Adirbêcanê di COP-29 de têk bibin. Yekîtîya  Avropayê piştgirîyê dide Fransîyayê û Nîderlanda”.

“Yekîtîya Avropayê û welatên endamên wê hevkarên herî mezin in ji bo fînansekirina avhewayê ya gerdûnî û piştgirîyê didin hevkarên li çaralîyê cîhanê di şerê li dijî guherîna avhewayê de”,-ewî  daye kifþê.

Li ser binpêkirinên mafên mirovan yên li Adirbêcanê jî bi bîr xist û wiha gotîye: “Em êrîşên rayedarên Adirbêcanê yên li ser mêdyaya girseyî û rêxistinên sîvîl yên ku bi rewşa krîtîk ya mafên mirovan ya li welêt re rû bi rû ne jî, nayên qebûlkirin”.

Serokkomarê Adirbêcanê Îlham Elîyêv rexne li Fransîyayê û Holandîyayê kir ji ber “nêokolonyalîzma” wan, ku ew bi guherîna avhewayê ve girêda.

 “Herêmên Fransîyayê û Holandîyayê yên ku jê re li derve tên binavkirin, bi taybetî li deryaya Karîbîyê û Okêana Edil, di nav deverên ku herî zêde ji guherîna avhewayê bandor bûne ne. Dengê van civakan gelek caran ji alîyê rêjîman ve bi awayekî hovane tên tepisandin”.

Ewî herwiha hukumeta serokkomarê Fransîyayê ÿmanûêl Makron bi berpirsyarîya tundûtûjîya li Kalêdonya Nû di destpêka vê salê de tawanbar kir.

Konfêransa 29 emîn ya peymana çarçoveya guhertina avhewayê ya Neteweyên Yekbûyî COP29  11 ê mijdarê de li Adirbêcanê dest pê kir,ewê heta 22 ê mijdarê bidome.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button