H’emû nûçeSereke

Nava  pirsa Organîzeya Peymana Ewlehîya Kolêktîvda tabîya Ermenîstanê nehatîye guhartinê: wezîreta karên der

Nava  pirsa Organîzeya Peymana Ewlehîya Kolêktîvda tabîya Ermenîstanê nehatîye guhartinê. Derheqa wê yekêda berdevka wezîreta Ermenîstanêye karên der Anî Badalyanê wextê şirovekirina hevdîtina li Rûsîyayê pêkhatî, gotîye.

Pêşda hatibû ragîhandinê, wekî baylozê Ermenîstanêyî li Rûsîyayê Gûrgên Arsênyan beşdarî hevdîtina baylozên welatên endamên Organîzeya Peymana Ewlehîya Kolêktîv, ya tevî wezîrê Rûsyayêyî karên der Sêrgêy Lavrov, bûye.

“Nava pirsa qerimandina beşdarbûna Ermenîstanêye nava xebatên organîzeyêda, tabîya Ermenîstanê nehatîye guhartinê”,- Badalyanê gotîye.

Em bîr bînin,wekî 23 ê sibatê, serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan wextê hevpeyvîna tevî kanala têlêvîzîyonêye «France24» ê gotibû, wekî Peymana Ewlehîya Kolêktîv hindava Ermenîstanêda nehatîye mîyaserkirinê û bo wê yekê jî Yêrêvanê beşdarbûna xwe daye qerimandinê.

12 ê adarê, Paşînyan got, wekî  Ermenîstan dikare ji organîzeyê derkeve, heger organîze bersiva pirsa Ermenîstanê nede ku cabdarîya wêye li zona Ermenîstanê kîjane.Organîzeyê jî bersiv da, wekî cabdarîya zona wê, ya li Ermenîstanê axa welête hundure.

8 ê gulanê wezîreta Ermenîstanêye karên der elam kir,wekî Ermenîstanê beşdarî fînansekirina organîzeyê nebe. 14 ê hezîranê jî Paşînyan li parlamêntê gotîye, wekî gava nêzîkî aqila wê ewbe ku Ermenîstan ji organîzeyê derkeve.

18 ê îlonê, serokwezîrê Ermenîstanê elam kir,wekî organîzeyê bona serbixwetîya welêt qezîya çê kirine. Wî çaxî jî berdevkê serokê Rûsîyayê Dmîtrî Pêskov da dîyarkirinê,wekî ji Organîzeya Peymana Ewlehîya Kolêktîv tu qezîya tunene, dewsa wê yekê endamên organîzeyê bona parastina endamên organîzeyê amadene.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button