H’emû nûçeSereke
Banka Avropayêye învêstîsîyon tevî Ermenîstanê qayîlnivîsara derheqa krêdîta 236 mîlyon yûro îmze kirîye

Banka Avropayêye învêstîsîyon ya global, bona fînansekirina çêkirina rîya Sîsyan-Kacaran, tevî Ermenîstanê qayîlnivîsara derheqa krêdîta 236 mîlyon yûro îmze kirîye.Derbarê wê yekênda ji fonda “Dêpartamênta rîya” ragîhandine.
Ev beşa rê, beşeke korîdora rîya “Bakûr-Başûre”, ya ku wê pêwandîyên rêyên tevî Yekîtîya Avropayayê, Rojhilata Navîn û Asîyayê bide milahîmkirinê.
Bername wê alî milahîmkirina encamên guhartina klîmayê bike û alîkarîyê bide milahîmkirina ewlehîya rîya û qewînbûna teyaxkirina Ermenîstanêye êkonomîkî.







