Elîyêv ku Adirbêcanê bi aktîvî dide sîlihkirinê, derheqa xwesîlihkirina Ermenîstanêda xeberdaye

Serokê Adirbêcanê Îlham Elîyêv, yê ku bi aktîvî welatê xwe dide sîlihkirinê, yê ku bi sed hezarî zêdetir ermenîyên Arsaxê kire nav xelayê û ji wandera da derxistinê û tu cabdarî nekişand, nava doranên civîna COP 29 a da, wextê hevdîtina tevî dêlêgasîya kongrêsmênên amêrîkî, bîr nekirîye ku bona êrîşên xweye ser Ermenîstanê wede cudake.
Elîyêv dibêje, wekî Adirbêcan amine û piştgirîya rojeva aşîtîya herêmî dike û pêra jî bîr nake bêje wekî Ermenîstan 30 salî serhev okûpasîya û agrêsîya leşkerî mîyaser kirîye.
Serokê Adirbêcanê daye dîyarkirinê, wekî sîyaseta Ermenîstanêye xwesîlihkirinê bona aşîtîya herêmî û ewlehîya wê qezîyayê raber dike.Elîyêv daye dîyarkirinê,wekî bona îmzekirina peymana aşîtîyê girînge ku dewekarîyên dijî Adirbêcanê, yên nava konstîtûsîya Ermenîstanêda bidine derxistinê.Ewî gotîye,wekî li gorî prînsîpên konstîtûsîya Ermenîstanê gerekê dewekarîyên hindava axa Adirbêcanê tunebin”,- çapemenîya Adirbêcanê nivîsîye.







