Komîsîyona navparlamanî ya hevkarîya di navbera meclisa neteweyî ya Ermenîstanê û parlamêntoya Rûsyayê de behsa geşepêdana têkilîyên navherêmî û bazirganî-aborî kirîye

18 ê mijdarê li Dîlîcanê rûniştina 38 emîn ya komîsîyona hevkarîyê ya di navbera meclisa neteweyî ya Ermenîstanê û meclîsa fêdêral ya Fêdêrasîyona Rûsyayê di hat lidarxistin. Hevserokê komîsyona navbera meclîsê Hakob Arşakyan, girîngîya xebatên komîsyona navbera meclîsan di xurtkirina dîyaloga navbera meclîsan de nirxand. Cîgirê serokê meclîsa niştîmanî dîyar kir ku peywendîyên navbera Ermenîstan û Rûsîyayê xwedî girîngîyeke mezin in û alîyê ermenî amade ye ji bo pêşxistina peywendîyan li gorî berjewendîyên her du welatan hewl bide. Hakob Arşakyan li ser girîngîya gelek civîn û çalakîyên xebatê yên ji bo pêşxistina têkilîyên dualî axivî.
Li gorî çavkanîyê cîgirê serokê civata niştimanî amaje bi mijarên rojeva civînê kir û tekezî li ser hevkarîyên nenavendî kir û di wê bawerîyê de ye ku peywendîyên raste-rast yên herêman dê rê li ber berfirehkirina gotûbêjan bide. “Em hêvî dikin ku hevkarîya navherêmî, li gel xurtkirina hevkarîyên kevneşopî yên di navbera herêman de di warê bazirganîyê û aborî de, dikare hêzeke nû bide pêşxistina hevkarîyên dualî di warên zanîstî û perwerdeyê de. Hevkarîya navherêmî ya ermenîya-rûsa di warê bazirganîyê û danûstendina aborî de pirfireh e. Divê em potênsîyala aborî û întêlêktûalî ya ku li herêman hene bi bandortir bikar bînin”.
Ewî bal kişand ser têkilîyên aborî yên di navbera Ermenîstan û Rûsyayê û destnîşan kir ku tevî pêvajoyên aborî yên tevlihev yên li dinyayê diqewimin, di warê hevkarîyên bazirganî û aborîyê yên bi kêrî herduyan da dînamîkên erênî tên tomarkirin. Di 8 mehên ewil yên îsal de, zêdebûneke berbiçav ya cîroyê hat tomarkirin.
Alîkarê serokê giştî yê parlamênta Ermenîstanê bi berfirehî li ser rewşa Başûrê Kafkasyayê axivî. “Tevî rewşa dijwar ya ku li herêma Kafkasya Başûr serdest e, ez dixwazim tekez bikim ku Ermenîstan pabendê rojeva aşîtîyê ye û ji hevkarîyê re vekirî ye bi hemû kesên ku ji dil dixwazin li herêma me aşîtîyek bi îstîqirar û dadperwer pêk bê. “Alîkarê serokê giştî yê parlamênta Ermenîstanê dîyar kir û înîsîyatîva hukumeta Ermenîstanê raber kir. Projeya “Xaçerêya aşîtîyê” ku di heman demê de ji bo aşatîya li herêmê pêk bê û binesazîyan bê astengkirin. Di dawîya axaftinê de Hakob Arşakyan careke din tekezî li ser beşdarîya girîng ya komîsyona navparlamentoyî ji bo bihêzkirina têkiliîyên dostane yên kevneşopî kir.
Tê zanîn ku Yûrî Vorobyov, cîgirê serokê konsêya Fêdêrasyona Rûsyayê, dîyar kir ku têkilîyên aborî û navçeyî bi awayekî aktîv pêşda diçin û behsa encamên balkêş yên bazirganîyê kir û bi hûrgilî behsa peywendîyên serketî û encamên tomarkirî yên di gelek welatan de kir.
Balyozê kar û bar ê Ermenîstanê yê Rûsyayê Gûrgên Arsênyan û balyozê Rûsyayê yê Ermenîstanê Sêrgêy Kopîrkîn jî li ser geşepêdana têkilîyên dualî, danûstendina navbera parlamêntoyan, berfirehkirina têkilîyên bazirganî û aborî û pêşîyên çareserkirina pirsgirêkan axivîn.
Li gor agahîya meclisa neteweyi ya Rûsyayê, parlementeran amaje bi peşvebirina peywendîyên navbera Ermenîstan û Rûsyayê yên naveroke û peşxistina peywendîyên dualiyen di qada bazirganî û aborîye de li ser esasen ku hene kirin.
Endamên komîsyona navparlamentoyan û nûnerên rayedarên îcrakar yên her du welatan amaje bi pirsgirêk û destkeftîyên hevkariya bajar, navçe û herêmên her du dewletan kirin, girîngîya xebatên çandî, perwerdeyî, însanî û çalakîyên giştî ku dostanîya her du gelan pêş dixe.Axaftvanan bal kişandin ser pêkanîna bi bandor ya înîsîyatîva ciwanan, hevkarîya di navbera zanîngehan de, organîzekirina sêmînar û konfêransan, warê mirovahî di çarçoveya hevkarîya navherêmî de, pêşxistina têkilîyên çandî û geştîyarîyê.Pêngavên ku bi mebesta pêşxistina veberhênanan, girêdanên aktîv yên di sektora karsazîyê de hatin destnîşankirin. Her wiha alîyan behsa pirsgirêkên heyî yên di têkilîyên dualî de û gavên ji bo çareserkirina wan jî kirin.
Di dawîya civînê de biryar hat dayîn ku civîna 39 emîn komîsyona navbera parlamentoyan sala bê li Soçîyê bê lidarxistin.







