Pêşnîyar tê kirin ku ji bo niştecîhên Yêrêvanê yên ku bûne 100 salî mîlyonek dram alîkarî bê kirin

Bi helkefta 100 salîya bajarê Yêrêvanê tê pêşnîyarkirin ku mîlyonek dram alîkarîya aborî ji welatîyên Yêrêvanê re bê dayîn. Endama fraksîyona “Peymana sîvîl” Dîana Kêrobyanê 19 ê mijdarê di rûniştina encûmena rûspîyên Yêrêvanê de pêşnûme raber kir.
“Li gor zanyariyên ku ji alîyê akadêmîya zanistî ya netewî ya Ermenîstanê ve hatine dayîn, 177 niştecîhên Yêrêvanê di navbera salên 2018-2023 a de 100 salîya xwe pîroz kirin, ku her sal 30 niştecîh e. Bi navgînî, mîqdara alîkarîya civakî ya ku ji byûcêya Yêrêvanê ji bo 30 niştecihên ku 100 salîya xwe temam kirine, wê salê bi qasî 30 mîlyon dram be.
Pêdivîyên pêvajoyê yên ku ji sûdmend re têne pêşkêş kirin wiha ne: li gor daneyên daîreya pasaport û vîzayê ya midûrîyeta polîsan ya Ermenîstanê, di dema 100 salîya xwe de divê xwedîyê 5 salên dawîn li bajarê Yêrêvanê qeydkirî be.
Piştgirîya diravî bi heman awayî tê dayîn ku ji bo qerta xanenişînîyê ya sûdmend yan jî bi rîya kar û barê “Haypost” tê dayîn. Wê sûdmend ne hewce be ku serîlêdanek yan belgeyên din raber bike”,-ewê gotîye.
Hikmên ku ji aliyê projeyê ve hatine pejirandin dê ji bo welatiyên Yêrêvanê yên ku di 1ê çileya 2025 a de 100 salî bûne û di 5 salên beriya 100 saliya xwe de li Yêrêvanê hatine qeydkirin, ben sepandin.







