SerekeSîyasî

Di navbera Bakûyê û Parîzê de gilî û gazinên hevdu: civîna navneteweyî ya li Azerbaycanê ku ji armancên xwe yên rastîn dûr ket

Ji dawîya COP29 re çar roj man. Pispor di wê bawerîyê de nin ku di van 10 rojên borî de li Bekûyê propagandayên dijî Ermenîstanê gihîştîye ewqas tundîyê ku dibe ku li dijî Elîyêv bandorek berevajî bike.

Bekû ji mijarên girîng yên guherîna avhewayê dûr ketîye û mijûlî xapandina civaka navneteweyî ye. Sênatorên amêrîkî yên ku ji Adirbêcanê derketine ji bo ku  tundîya fizîkî nebin, behsa skandaleke din dikin.

Wek tê pêşbînîkirin, di civînê de mijara herî zêde li ser têkilîyên Ermenîstan û Adirbêcanê tê axaftin. COP29 ji bo pêşdabirina rojeva Adirbêcanê, xapandina civaka navneteweyî û berovajîkirina rastîyê derfetek baş e. Lê belê propagandaya dijî Ermenîstanê jî encamên berevajî derdixe holê. Civaka navdewletî şahidî kir ku çawa rojnamevanên Adirbêcanê wê êrîşî kongrêsmanên amêrîkî bikin, tenê ji ber ku wan cesaret kir ku Bekû ji ber paqijîya êtnîkî ya ku li Arsaxê pêk hat şermezar bikin, behsa hebûna girtîyên sîyasî û girtîyên ermenî li wî welatî bikin.

Parlamêntarê amêrîkî Frênk Falon neçar ma ku beşdarbûna xwe ya civînê qut bike û vegere Amêrîkayê. Piştî ku ji Adirbêcanê derket, berê jî ragîhandibû ku ew li Bekûyê bûye armanca êrîşan û îdîa kir ku heger ne ji pasevanên ewlekarîya balyozxaneya Amêrîkayê bûna, dikaribû bigihije êrîşa fîzîkî.

“Hger balyozxaneyê ez neparastibûma, ez ê bihatama nexweşxaneyê. Dîyar bû ku dixwestin êrîşî min bikin. Tiştê ku serok Elîyêv li pişt derîyên girtî jî hewl dide endamên kongira Amêrîkayê bêdeng bike û nîqaşên krîtîk yên li ser mafên mirovan û dadmendîya gelê Ermenîstanê asteng bike, hêrs û pir vegotin e”.

Palon dema vegerîya Waşîngtonê li ser malpera meclisa nûneran ya Amêrîkayê peyamek weşand û da zanîn ku li her dera Adirbêcanê bi “pirsên dijminane” yên mêdyaya herêmî re rû bi rû maye û xwepêşanderan li derveyî otêlê bi pankart û dirûşmeyan ji rêveberîya Elîyêv xwestin ku dozgerê bilind bê darizandin. Endamê kongreyê di wê bawerîyê de ye ku ev hemû ji alîyê desthilatdarên Adirbêcanê ve hatine organîzekirin da ku nîşan bidin ku ew naxwazin kongrês pirsgirêkên xwe bînin ziman.Elîyêv qebûl nekir ku endamên heyeta amêrîkî qebûl bike, li Bekûyê rastî zilmê hatin.

Mêdyaya Adirbêcanê jî ji bo veşêre tiştên ku qewimîne, hewl didin wisa nîşan bidin ku kongre bi xwe hewl dane êrîşî xwepêşanderan bikin.

Her wiha ne tenê Palon, sênator Êd Markî jî ku endamê şanda amêrîkî ye, radigîhîne ku li Bekûyê rastî tacîzê hatîye û neçar maye parêzvanekî wî bixwaze.

Di çarçoveya COP29 de rêveberîya Elîyêv bi tundî rexne kir, xwest girtîyên sîyasî yên Adirbêcanê û girtîyên ermenî bên berdan.

Sênator Şêldon Waythaûs: “Ez difikirim ku ez û sênator Markî piştgirîya Ermenîstanê dikin, em herdu jî. Em gelekî xemgîn in ku ewqas ermenî koçber bûne. Bi gotineke nerm, ez ji wê bawerîyê dûr im ku sûcê vê yekê ermenî ne. Ez naxwazim li welatê xwe yê mêvandar li ser mafên mirovan rawestim. Lê heger mijar ev bûya, ez ê pir dilşikestî nebim”.

Skandalên COP29 bi dawî nabin. Piştî axaftina Elîyêv ya li dijî Fransîyayê, Nîdêrlanda û Yekîtîya Avropayê, wezîra parastina Xwezayê ya Fransîayê Agnês Panîêr-Rûnaşêr serdana xwe ya Bekûyê betal kir.

Nûnerê bilind yê karên de yê Yekîtîya Avropayê Borêl li dijî Bekûyê bertekeke tund nivîsand. Balyoza Adirbêcanê ya li Fransîyayê Leyla Ebdûlayêva piştî daxuyanîyên ku rayedarên Adirbêcanê ji Fransîyayê û Avropayê re neyên qebûlkirin, ji bo wezîreta derve ya wî welatî hat gazîkirin. Tê gotin ku ji balyoza Adirbêcanê yê li wezîreta der ya Fransîyayê re hatîye gotin ku divê kiryarên dijminane yên Adirbêcanê werin rawestandin.

Piştre eşkere bû ku wezîreta karên der ya Adirbêcanê gazî sefîra Fransîyayê Ann Bûayoyê kirîye. Nerazîbûna Bekûyê ya li hember hevkarîya leşkerî ya ermenî-fransî ji balyoz re hate ragîhandin, hate destnîşankirin ku gavên Fransîyayê yên çekdarkirina Ermenîstanê û teşwîqkirina revanşîzmê zirarê dide pêvajoya aşîtîyê.

Li gorî zanyarê sîyasî Ara Poxosyan, kiryarên Bekûyê li dijî xwe kar dikin. “COP29 di ruh û armancên xwe de li Bekûyê têk çû. Dikare bê gotin ku ew bi tevahî armancên cuda re xizmet dike, ku tu têkilîya wan bi armancên berê yên popûler yên COP29 re tune. Ji ber vê yekê wê bandorê li pêvajoyên din jî bike. Bi bawerîya min ew ê di warê bawerîya van konfêransan de bibe mînakek. COP29 veguherîye konfêranseke pir bi şik, mirov dikare bibêje ku niha xizmeta rêjîma dîktator dike, xizmeta berjewendîyên hukumeta ku jênosîd kirîye. Di vê wateyê de ku COP29 wê sîwanekê bavêje ser konfêransên weha yên pêşerojê, mirov dikare ÿşeke mezin bijî”.

Nûnerê taybet yê serokkomarê Adirbêcanê Êlçîn Amîrbêkov di hevpeyvînekê de li gel rojnameya Macaristanê careke din behsa destûra Ermenîstanê kir û îdîa kir ku ew bi îdîaya ku astengîya sereke ya pêvajoya aşîtîyê ye, ji ber ku daxwazên erdnîgarîyê di xwe de dihewîne.

Serokwezîrê Ermenîstanê çend cara tekez kirîye ku di destûra bingehîn ya Adirbêcanê de li dijî Ermenîstanê îdîayên erdî hene, lê Yêrêvana fermî ji bo ku mûzakere ber bi xitimandinê venegere pirseke wiha nake, bi taybetî ku di peymanê de hatîye destnîşankirin ku divê alî nebin xwe bispêrin qanûnên xwe yên navxweyî.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button