Li Ermenîstanê wê bernama nû, ya bona deranîna ji welêt, ya bi rîya dayîna baca gumirikêye bi cûrê nû bê xebitandinê

Hukumata Ermenîstanê projeya bernama nû, ya piştgirîya bona dayîna bac raber kirîye.
Li gorî ragîhandina “Armênprês” ê, têra tê dîtinê qewilên milahîm bona wan meriva sazkin, yên ku ji welêt eşîya didine deranînê.
Projeya amadekirî ya wezîreta Ermenîstanêye êkonomîkayêye û armanca wê ewe ku senayîçîyên Ermenîstanê pirsgirêkên pêşîya xwe bikaribin bidine helkirinê.Van dawîya xercên deranîna eşîya zêde bûne û ew yek rûyê guhartina hewê û dijwarîyên transportêva girêdayîye.
Li gorî wê projeyê, tê pêşnîyarkirinê ku eşîyayên Ermenîstanê, yên ku diçine welatên başqe li wir bi dayîna baca eşîya piştgirîyê bikin bona ku li sûkên navneteweyî eşîyayên ermenî cîhê xwe qewînkin.Ev piştgirîya ku wê bidine senayîçîyên ermenî wê ji byûcêya dewletêbe.
Hukumata Ermenîstanê têra divîne wekî mîyaserkirina vê bernamê wê alî zêdebûna deranînê bike.







