
Di çarçoveya COP29 a ku li Bekûyê dewam dike, rêxistinên mafên mirovan yên navneteweyî li ser rewşa xerab ya mafên mirovan ya li Adirbêcanê bi sernavê “Edaleta avhewayê bêyî qada sîvîl û beşdarîyeke bi wate ne pêkan e” nîqaşek li dar xist. Ev çalakî ji alîyê rêxistina çavdêrîya mafên mirovan, rêxistina efûyê ya navnetewî û jimareke rêxistinên mafên mirovan ve hat organîzekirin.
Di nîqaşan de hat gotin ku sazîyên serbixwe yên civaka sîvîl li Adirbêcanê di pratîkê de felc bûne. Rêxistinên sîvîl yên ku li welêt dixebitin bi qeydkirinê re pirsgirêkên wan hene, ew nikarin ji sazîyên navneteweyî, ku çalakîyên wan li welêt rastî qedexe ne, fonan bistînin. Di vê çarçoveyê de her alîkarîyên aborî yên ji derve tên weke qaçaxçîtî tê dîtin.
Êdîtora muxalefetê “Abzas Media”ê Lêyla Mûstafayêva ji Almanyayê li ser întêrnêtê beşdarî gotûbêjê bû û behsa hevkarên xwe kir û got ku xebatkarên mêdyayê bi sûcê qaçaxçîtîyê hatine girtin.
Di çalakîyê de pirsgirêka girtîyên sîyasî yên li Adirbêcanê ku hejmara wan ser 300 î re derbaz dibe, hat axaftin. Ji rayedarên Adirbêcanê hat xwestin ku girtîyên sîyasî ku di nav wan de rojnameger jî hene serbest berdin, ji bo ku şert û mercên xebata azad ya sazîyên civaka sîvîl û mêdyayê yên serbixwe ava bikin.
Damezrînerê “Înîsîyatîva Adirbêcana vekirî” Zohrab Îsmayîl ku beşdarî civînê bû ji mêdyayê re ragîhand ku nûnera rêxistina efûyê ya navneteweyî Marîa Strûtêrsê derbarê girtîyên sîyasî yên li Adirbaycanê û rewşa wan de agahîyên berfireh da.







