H’emû nûçeSereke
“Gaz dewsa ênêrgîya êlêktrîkî”: bernama “Xeta nava hewêra, ya Îranê û Ermenîstanêye 400 kîlovatê û çêkirina stansîyayê” wê bê mîyaserkirinê

Li gorî birîyara hukumatê, bernama “Xeta nava hewêra, ya Îranê û Ermenîstanêye 400 kîlovatê û çêkirina stansîyayê” wê bê mîyaserkirinê.
Bi hesabhildana girîngîya bernamê, encamê mîyaserkirina wê, mecalê hebe nava wedê kifşkirîda bighîjine dawîya mîyaserkirinê.
Bi saya wê yekê çûyîn-hatina ênêrgîya êlêktrîkî, ya di navbera Ermenîstanê û Îranêda wê ji 350 mêgovatî bighîje 1200 mêgovatî, dereca ewlehîya sîstêma Ermenîstanêye ênêrgêtîkî, qewînbûna wê wê bilindbe, mecalê hebe lûla gazêye Îran-Ermenîstanê bi temamî bidine xebatê, nava dorana bernama “Gaz dewsa ênêrgîya êlêktrîkî”.







