Serokwezîrê Ermenîstanê naveroka du pêşnîyarên ku ji Bekûyê re hatine şandin weşandin

Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan eşkere kir ku Yêrêvanê cara dawî çi pêşnîyarên xwe gihandiye Bekûyê û mebesta wî ji bo îmzekirina “Peymana stratêjîk” bi Adirbêcanê re ji bilî “Peymana aşîtîyê” di meclîsê de çi ye.
Serokwezîr Paşînyan di hevpeyvîna ku ji têlêvîzyona giştî re kirîye behsa pisîkolojîya civakî ya gel jî kir ku di dehsalên dawî de bi awayekî şaş pêşketîye. Li gor serokwezîr bingeha wê pisîkolojîya civakî daxuyanîya serxwebûnê ye û herwiha nakokîya rastîn û dîrokî ya li Ermenîstanê û Adirbêcanê ye.
Serokwezîrê Ermenîstanê di wê bawerîyê de ye ku ji bo ku heta dawîya salê bi Adirbêcanê re peymana aşîtîyê îmze bike, her tişt ji destê wî hatîye kirîye û dike.
“Tiştek ez dikarim bêjim ew e ku ez ê bi 100 selefî beşa xwe bikim, û ez ê tiştê hê zêde bikim”.
Di nav vê xebatê de, wek nimûne, pêşnîyarên nû yên ku berîya çend rojan Yêrêvana fermî gîhandine Bekûyê, hene. Li meclîsê serokwezîr tekez kir ku di derbarê 2 mijarên ku li ser nehatine lihevkirin pêşnîyarên nû hatine kirin. Di hevpeyvîna xwe ya dawî de, wî berê naveroka pêşnîyaran eşkere kir. Têkildarî hebûna çavdêrên bîyanî yên li ser sînorê Ermenîstanê û Adirbêcanê û paşvekişandina dozên li dadgehên navneteweyî ne. Em bînin bîra xwe ku her du jî şertên pêşwext yên Adirbêcanê yên berîya îmzekirina peymanê ne.
Derbarê berdewamîya karê şanda çavdêrîyê de, serokwezîr eşkere dike:
“Me pêşnîyareke berevajî raberî Adirbêcanê kir. Me got: gelek başe, em vê rêziknameyê li ser navçeyên dîyarkirî jî bikin, ji ber ku sînorê ku hatîye xêzkirin, tenê hewce nake ku çavdêrekî obyêktîv li wir hebe”.
Mîsyona çavdêrên Yekîtîya Avropayê sibata sala 2025 a de bi dawî dibe. Piştî vê yekê, divê di derbarê xebata wan de biryarek bê dayîn. Heger Adirbêcan pêşnîyara Ermenîstanê qebûl bike, herêmên ku hatine xêzkirin îdî ji alîyê çavdêrên Yekîtîya Avropayê ve nayên dîtin. Û di navbera Ermenîstan û Adirbêcanê de wê çi bibe, ev pirs wê di demeke nêzîk de, di civîna komîsyonên li ser mijarên sînordarkirinê de, bê destnîşankirin. Herî dawî di meha cotmehê de cîgirên serokwezîr li ser vê mijarê civîyan.
“Komîsîyonên sînordarkirinê bi hev re pêşnîyarên li ser kîjan deveran berdewamkirina sînordarkirinê raber kirin. Ermenîstanê nêzîkatîya xwe raber kir. Niha di civîna pêş de wê biryar bê dayîn ku li kîjan herêmê sînorkirin berdewam bike. Ez texmîn dikim ku têgihîştina COP29 e piştî kurtasî em pêvajoyan bidomînin”.
Serokwezîrê Ermenîstanê piştrast dike ku di warê vekişandina dozên ji dadgehên navneteweyî de jî îradeyek heye. Lê belê ji bo wê pêngavê jî li gorî Paşînyan hebûna peymana aşîtîyê û neynikê ji mijarê re pêwîst e.
“Heger em ji alîyê prînsîpê ve nêzîkî mijarê bibin, nêzîkatîya min wiha ye: eger em bibînin ku em rastî aşîtîyê tên û aşîtîyê pêk tînin, yanî peymanek îmze dikin, ez wisa difikirim ku dibe ku em bikevin lihevkirinek wiha, yanî ne ew û ne jî me divê li hember wan bûyerên ku qewimîne îdîaya wan hebe berî ku em dozên hevdu vekin û dev ji doza xwe berdin, wê mijarên têkildar sînordar neke”.
Li gel van hemûyan, Ermenîstan diaxive û ji Adirbêcanê re pêşnîyar dike ku peymanek stratêjîk jî çêbike. Ev fikira nû yekem car ji alîyê serokwezîr ve li meclîsê hat gotin. Mebesta wî bi vê yekê çi bû, wî berê di hevpeyvînê de eşkere kir. Ew dibêje, ew mijarek pirqatî ye, kurteya formûlekirinê wiha ye:
“Ermenîstan û Adirbêcan ne tenê dê yûrê, di heman demê da dêfakto, sosîyalpsîkolojîk û di her astê de qebûl bikin ku Adirbêcana Sovyetê bi axa xwe Adirbêcana serbixwe ye û Ermenîstana Sovyêtê bi axa xwe Ermenîstana serbixwe ye. Divê em vê yekê sererast bikin rastî û hejmareke ji me bila hevdu bi tenê bihêlin bi zimanê gelêrî piştrast. Pir qelse, pir bi tedbîr, ku ez bawer im, em pir lawaz dest pê bikin, pir bi îhtîyat, wê hingê ew ê bi rengek xwezayî, ne bi awayekî sûnî, bi rêjeyek pir zêde mezin bibe û li ser tiştên jêrîn bifikire, û li Gurcistanê jî heye di vî warî de her sê dewletên Kafkasîyayê xwedî berjewendîyên hevpar in.
Ji bo amadekarîya van hemûyan jî li gorî Paşînyan pêwîst e bi rya giştî re li ser mijarên civakî û derûnî bê axaftin. Bi “Daxuyanîya serxwebûnê” û bi giştî têgihîştina gel ve girêdayî ye.
“Niha em pir aciz dibin û em pir dijwar digrin û em wek pirsgirêk dibînin ku li derekê hin kes peyva “Adirbêcana Rojava”ê bikar tînin, ne wisa? Ma em yên ku dibêjin “Ermenîstana Rojava” nafikirin ku ew hin kesan heyecan dike? Niha ewê dîsa bibêjin: îxaneteke din. Ez îro di cîh û berpirsyarîyê de me, ez mecbûr im ku bi gelê xwe re biaxivim û girêdanên sedem û encaman, zincîran nîşan bidim.Hger ez vê yekê nekim, tê wê wateyê ku ez bi zanebûn welatê me ber bi windakirina dewletbûnê ve dibim. Ez nikarim destûrê bidim. Di daxuyanîya serxwebûnê de me mantîqek ku bi hawîrdora me re nakokîyên dirêj û kûr vedibêje, danîye. Niha di van şert û mercan de emê çawa li vê hawîrdorê li ber xwe bidin, yan ji ber van pevçûyînan Komara Ermenîstanê namîne, yan jî hewcedarîya me bi sponserekî heye. Ew kulm bi qasî ku di rêça wan de tê hejandin, her carê jî di rîya me de diheje”.
Di her rewşê de, serokwezîr eşkere dike ku pêwîst e mijar di refên rast de bên danîn, axaftin behsa têgihîştina navxweyî ye, ne guhertina belgeyên heyî. Ji ber vê yekê, ew bahse wê yekê nakê ku wê guherandinek bê destpêkirin û pêşgotina “Daxuyanîya serxwebûnê” ji destûra bingehîn bê derxistin. Alîyê ermenî vê pirsgirêkê bi biryara dadgeha bilind û mantîqa ku di belgeya aşîtîyê de ku gelek caran hatîye nîqaşkirin û mafdarkirin hatîye çareserkirin dibîne. Ew daxuyanîyên mayî yên li ser vê mijarê wekî derengmayîneke bi zanebûn dinirxînin.







