H’emû nûçeSereke

Gelo Yekîtîya Avropayê wê mîsîya xweye dîtindarîyê, ya li Ermenîstanê bide sekinandinê?: şêwirmendê Rîtêr şirove dike

Hê birîyar tune ku wedê mîsîya Yekîtîya Avropayêye li Ermenîstanê bê dirêjkirinê.Derheqa wê yekêda şêwirmendê serokê mîsîya dîtindarîyêye li Ermenîstanê, Marêk Kûbêrskî gotîye.

“Em li ser wê yekê dixebitin. Hevkarên meye li Bryûsêlê tevî welatên Yekîtîya Avropayê şêwirdarîya pêk tînin, çimkî 27 endamên Yekîtîya Avropayê gerekê biryarkin.Me tevî desthilatdarîya Ermenîstanê şêwirdarî pêk anîne.Em birîyara derheqa pêşeroja xweda amade dikin.

Mandata me 18 ê sibata sala tê wê ser hevda bê û em gerekê birîyarkin ku emê çi bikin”,- ewî gotîye. Çawa bersiva wê pirsê ku Adirbêcan bo çi dewê dike ku dîtindarên avropî ji Ermenîstanê derkevin, Kûbêrskî gotîye: “Em her dem ji alîyê medîya azêrîda tên êrîşkirinê. Pêwandîya meye raste-rast tevî Adirbêcanê tune û bo wê yekê jî bo me dijware her dem şirove bikin wekî ewlehîya li ser sînor girînge û ew yek aminaya di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanêda dide qewînkirinê”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button