H’emû nûçeSereke

Em dixwezin tevî Yekîtîya Avropayê pirsên ewlehkarîyê jî gotûbêj bikin: serokkomarê Ermenîstanê

Ermenîstan dereca bilind, ya dîyaloga sîyasîye tevî Polonîyayê, qîmet dike.Derbarê wê yekêda wextê prêss-konfêransa tevayî, ya tevî serokê Polonîyayê, serokkomarê Ermenîstanê Vahagin Xaçatûryan gotîye.

“Polonîya bona Ermenîstanê hevkara bi gumane û nava wê yekêda usa jî nava dorana hevkarîya tevî Yekîtîya Avropayê”,- ewî gotîye.

Xaçatûryan gotîye, wekî sala 2024 a nava hemtêksta hevkarîya tevî Yekîtîya Avropayê cudabû û derheqa destpêkirina dîyaloga bona azakirina rêjîma vîzayê bîr anîye.

“Em dixwezin tevî Yekîtîya Avropayê pirsên ewlehkarîyê jî gotûbêj bikin.Nava dorana van pirsada em xebata xweye sala 2025 a dibînin.Me piştgirîya Polonîyayê her dem texmîn kirîye. Polonîya halê li Ermenîstanê baş tîne ber çeva, bi hesabhildana wê yekê wekî herdu welat jî wedekî dirêj beşeke sîstêma sosîyalîstî bûne”,-Xaçatûryan gotîye. 

Zêdetir nîşan bide
Back to top button