H’emû nûçeSereke

Ermenîstanê beşdarî civîna şêwira ewlehîyê ya Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîv nebe

28 ê mijdarê li Astanayê nava doranên organîzeyêda civîna bi teşkîla teng û cêrge hevdîtin têra hatine dîtinê. Ermenîstanê beşdarî wê civînê nebe.

“Armênprêss” ê ragîhandîye wekî derheqa wê yekêda alîkarê serokê Rûsyayê Yûrî Ûşakov gotîye RÎA Novostîyê.

“Ermenîstanê beşdarî civînê nebe, lê nûnerên wê pêşda gotine wekî ew dijî qebûlkirina dokûmêntên hevraqayîlkirî nînin”,- Ûşakov gotîye.

Serokên welatên endamên Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîv wê wextê civîna şêwira organîzeyê pirsên navneteweyî û herêmî gotûbêj bikin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button