H’emû nûçeSereke

Yûnanistan xwe amade dike ku pergalên xwe yên parastina hewayî C-300 û çekên din yên Rûsyayê veguhezîne Ermenîstanê: Enikos

Yûnanistan wê sîstêmên xwe yên mûşekî yên C-300 û du çekên din yên Rûsîyayê yên ku ji bo parastina hewayî ya wî welatî tên bikaranîn, bişîne Ermenîstanê. Ew ê bi pergalên hilberîna îsrayêlî veguherînin, Enikosa yûnanî dinivîse.

Hatîye ragihandin ku serkirdayetîya hêzên çekdar yên welêt bi biryar e ku rûsîkirina cebilxaneya Yûnanistanê û nûjenkirina pergalên kevin bi têknolojîyên nû yên rojavayî bidomîne.

Li gorî agahîyên çapemenîyê, serfermandarîya giştî ya hêzên çekdar ji bo dayîna sîstêmên çekan yên bi esilê xwe rûsî ji Ermenîstanê re di asta pêşketî de ye.

 “Qewatkirina Ermenîstanê ne tenê destpêşxerîya Yûnanistanê ye, lê encama hevkarîya bi Fransayê re ye, ku ev jî dibe alîkar ku welat bi çekan were biçekkirin. Ji bo Atînayê, ji ber gelek sedeman bihêzkirina Yêrêvanê li şûna Kîyêvê bijarteyeke stratêjîk e. Berîya her tiştî, ji ber têkilîyên pir nêzîk yên hevalbendîyê û bûyerên dîroka hevpar ya nêz, lê her weha ji ber bawerîyên olî yên hevpar, Ermenîstaneke bihêz wê bibe bertekek mezin li hember bêtewistîya tirkan, ku bi eşkereyî Adirbêcanê xurt dike. Ji xwe, bûyerên Qerebaxê hîn nû ne”,- mêdya dinivîse.

Li gorî belavokê, biryara piştgirîkirina Ermenîstanê ne biryareke deqeya dawîn e, belkî di salên dawî de polîtîkayeke bi awayekî sîstematîk hatîye pêşxistin.

Mêdya tekez dike ku niha hejmara xwendikarên ermenî li sazîyên perwerdehîya leşkerî yên welêt du qat zêde bûye. Di heman demê de hejmara perwerdekarên hêzên taybet yên Ermenîstanê yên li Yûnanistanê jî zêde bûye û her wiha beşdarbûna tetbîqatên leşkerî jî her ku diçe zêdetir dibe.

Derbarê pergalên çekan yên ku Yûnanistan amade ye veguhezîne û ne belaş, çavkanîyên jêhatî dîyar dikin ku “tiştek bê guherandin namîne”.

Serfermandariya giştî ya hêzên çekdar ji ber du sedeman îhtîmala şandina pergalên çekan yên li Yûnanistanê ji Ûkraînayê re li berdêla pergalên din red dike. Ya yekem, ji bo veguheztinê tu pergalên berdest nînin, wekî di rewşa bargiranên, ku di berdêla BMP-1-a çêkirî ya Sovyêtê de ji Yûnanistanê re hatin veguhestin. Herweha, NATO û Yekîtîya Avropayê çekên têknolojîya rojavayî  raberî Ûkraînayan kirin û ûkraînî niha sîstêmên amêrîkî û avropî yên ku zincîra wan ya dabînkirinê heye tercîh dikin.

 “Pergalên çekan yên ku berendamên veguhestina Ermenîstanê ne, bi giranî li dijî balafiran in û di artêş û hêzên hewayî de kar dikin. Em behsa pergala mûşekên C-300 û komplêksên mûşekên dijî hewayî yên artêşê, TOR M-1 û OSA-AK dikin”.

Di belavokê de her wiha hatîye gotin ku alîyê Ermenîstanê di bikaranîna wan de ezmûnek heye û her wiha parçeyên yedek pêwîst ji bo parastina wan heye, ku ev jî pirsgirêka herî mezin ya hêzên çekdar yên Yûnanistanê ye, nemaze piştî destpêkirina şerê Ûkraînayê di salên dawî de û êmbargoya NATO  ê li dijî Rûsîyayê.

Di nav tiştên din de, di biryara veguhestina pergalên çekan de ji bo Ermenîstanê de, piranîya parçeyên yedek yên ku ji bo parastina wan di hêzên çekdar de hewce ne, ji Ermenîstanê hatine.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button