Kilîta geşedanên jêopolîtîk di destê Ermenîstanê de ye, divê ew bi hêz bê girtin: akadêmîkos Safrastyan
Guhertinên herêmî û Ermenîstan: di konferansa navneteweyî de ku li înstîtûta rojhilatnasîyê ya akademiya zanistî ya neteweyî ya Komara Ermenîstanê bi mijara “guhertinên ewlehîyê” hat organîzekirin, li gorî geşedanên jêopolîtîk yên îroyîn kêşeyên li pêşberî Ermenîstanê hatin tespîtkirin û vebijarkên çareserîyên muhtemel hatin destnîşankirin.Her çend giranîya sereke ew bû ku hîn zû ye ku em li ser encamên pêvajoyan biaxivin.
Di warê jêopolîtîk de, Kafkasya Başûr ji bo lîstikvanên sereke dibe şano. Ev yek bû xala sereke ya ku beşdarên konfêransê kirin û analîzên xwe li dora vê eksê ava kirin.Grîgor Vardanyan, lêkolînerê payebilind yê beşa welatên erebî ya înstîtûta rojhilatnasîyê ya akademîya zanistî ya neteweyî, balê dikişîne ser girîngîya danûstandin û axaftinê bi welatên cîran yên herêmê re.
“Ji bo ku em ji rewşa mexdûrîyetê derkevin, divê em ji hin komplêksan xilas bibin. Ji bo vê jî pêdivîya me bi cûreyek nû ya têkilîya bi cînarên xwe re heye. Yanî em nikarin ji vê herêmê derkevin. Cînarên me hene û em hene ji bo ku bi awayekî maqûltir li cîh binêrin divê em hem bi Êrdogan û hem jî bi Elîyêv re biaxivin, lê divê em nîşan bidin ku hin berjewendîyên me jî hene û em dikarin wan berjewendîyan li hev bikin. Ez bawer nakim ku Adirbêcan dixwaze peymana aşîtîyê îmze bike, ew ê hewl bide ku her tiştê ku Ermenîstan dev jê berde. Niha Adirbêcan her sedemê dibîne, heta ji ragîhandina serxwebûna me ya di destûra bingehîn de dest pê bike. Û heger ew pirs jî bê çareserkirin, wê sedemên din derkevin holê û peymana aşîtîyê jî di vê qonaxê de nayê îmzekirin”.
Akademîkos Rûbên Safrastyan di wê bawerîyê de ye ku Ermenîstan ji dîyalogê re bi welatên cînar re vekirî ye, lê çareserkirina têkilîyên bi Adirbêcanê re di demek nêzîk de ne mimkûn e. Li gorî wî, ji ber ku Bekû îro ne amade ye li ser peymana aşîtîyê li hev bike, ev tê wê wateyê ku têkilîyên ermenî-tirkî yên bi rêkûpêk jî çênabin.
“Dema ku peyman hat îmzekirin, ez bi rastî hêvî dikim ku Tirkîya ji bo normalkirina têkilîyan gavan bavêje. Lê bi çiqasî ku ez fêm dikim, ew ê yekser neçin normalkirina têkilîyan. Piştî îmzekirina peymanê jî wê hewl bidin ku bidomînin zexta li ser Ermenîstanê”. Hûn dizanin çima, ji ber ku di sala 2029 a de tê plan kirin ku Tirkîya bi Naxîcêvan re bi rêyên hesinî re bê girêdan di rastîya xwe de wê ji niha ve ji bo Tirkîyayê girîngîya ku jê re tê gotin “Korîdora Zangezûrê” jî wê girîng be”.
Akademîkos Safrastyan di wê bawerîyê de ye ku mifteya derîyê Mêxrîyê destê Ermenîstanê de ye. Li gorî wî, ev yek jî dikare wek kilîta derîyê jêopolîtîk bê hesibandin û divê ew kilîta pir bi hêz bê girtin û dema hewce bike derî bê vekirin û dema ku hewce bike jî bê girtin, heke em dixwazin pêgehên xwe li herêmê bihêz bikin.
“Tirkîya ji bo ku bi Îranê ve girêdayî nebe, bi bawerîya min wê nexwaze rê ji Îranê derbas bibe, ji ber ku ew hem dijberên dîrokî û hem jî dijberên olî ne. Tirkîya naxwaze rê ji Îranê derbaz bibe. Nêzîkatîyên Tirkîyayê û Amêrîkayê li hev dikin, ew jî naxwaze rê ji Îranê derbaz bibe.
Hûn dibînin, tiştekî rast heye: pêdivîya Tirkîyayê bi rê heye, û Tirkîya dixwaze bi awayekî ku jê re bi fêde be, bila Ermenîstan rê nede ku ew rê çi bike, ji ber ku ew jî wisa ye? cîbicîkirina planên din yên pantirkî, piştî wê ewê dest bi xebata li ser rêya Çînistan-Avropayê bike. Nêzîkatîya alîyê ermenî, ku em ne li dijî vekirina qenalên herêmê ne, lê ji bo ku kontrola rêyan di destê Ermenîstanê de be, pêk bê. Ji ber vê yekê ez dibêjim mifteyê di destê me de ye û em ê nedin tu kesî”.
Safrastyan pêşnîyar dike ku di şert û mercên wiha de pêdivî bi mîsogerkirina ewlekarîya Ermenîstanê û xurtkirina berjewendîyên neteweyî heye.