H’emû nûçeSereke

Rûsya dest ji peymanên leşkerî û siyasî yên bi Ermenistanê bernade:wezîreta Fêdêrasyona Rûsyayêye karên der 

Rûsya dest ji peymanên leşkerî-siyasî yên bi Ermenîstanê re bernade. Ev yek ji aliyê cîgirê wezîrê  Rûsyayêyî karên der  Mîxayîl Galuzîn ve hatîye ragihandin, RIA Novostiyê ragîhandîye.

Ewî bal kişand ser wê yekê ku aliyên rûsî pabendî tevaya rêkevtinan in hem li ser asta dualî û hem jî di çarçoveya yekrêziya navça Avrasyayê de.

 “Moskva dest ji sozên xwe yên li hember hevalbendên xwe bernade. Ew di heman demê de di warê leşkerî-siyasî de ye”,- Galuzîn gotîye.

Beriya niha serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Pasînyan beşdarî civîna rêxistina Peymana Ewlekariya Kolektîv  ya ku li Astanayê hat lidarxistin,  nebibû. Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn li ser vê biryarê gotîye ku her welatek di warê ewlehiyê de çi bike hildibijêre.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button