H’emû nûçeSereke

Wezîrê Ermenîstanêyî karên der û serokê Fînlandîyayê fikir dora pirsên herêmî pevguhartine

Li Hêlsînkîyê hevdîtina wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan tevî serokê Fînlandyayê Alêksandr Stûb pêk hatîye.

Ji “Armenpress” ê ragîhandine, wekî wezîreta Ermenîstanêye karên der belav kirîye,wekî wextê hevdîtinê fikir û alîyên hevkarîya di navbera Ermenîstanê û Fînlandyayêyda hatine gotûbêjkirinê. Hatîye dîyarkirinê,wekî nava pirsa qewînkirina dîyaloga sîyasîda qedirgirtina hindava qîmetîyên dêmokratîk roleke girîng dilîze.

Xeberdlan usa jî derheqa hevkarîya Ermenîstanê û Yekîtîya Avropayêda çûye.

Wezîrê Ermenîstanêyî karên der û serokê Fînlandyayê fikir dora pirsên herêmî pevguhartine.

Li gorî kanîya înformasîyon, wezîrê Ermenîstanê daye dîyarkirinê wekî li Kavkasîya Başûr îzbatbûna aşîtîya qewîn pirseke sîyasîya Ermenîstanêye dere. Mîrzoyan daye dîyarkirinê,wekî hukumata Ermenîstanê hewil dide ku berbi wê yekê gavên anegor bêne avîtinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button