H’emû nûçeSereke

Nava pirsa agirbesta di navbera Îsrayêlê û Libnanêda rola taybet, ya Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî û Îranêye: pisporê sîyasî

Îsrayêlê û Libnanê agirbest elam kirine. Gelo ewê çiqas wede bikişîne û wê encamên çi cûreyî bide? Dora wê têmayê Radar Armenia ê tevî pisporê navneteweyî Şahan Gantaharyan qise kirîye.

Bi fikira pispor,  nava pirsa agirbesta di navbera Îsrayêlê û Libnanêda rola taybet, ya Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî û Îranêye. Bêyî qayîlîya wana çetin agirbest bibûya. Bi qîmetkirina wî, ji vê yekê gere meriv bê ser wê fikirê, wekî xweykirina agirbestê pêwandîyên herdu welatava girêdayîye.

“Ji vî wedeyî destpêkirî em dikarin bifikirin wekî ewê bê xweykirinê, çimkî li Libnanê fikirên derheqa pêşdaçûyîna berbi qewînbûnê tên dîtinê.Berê ewlin hilbijartina serokê dewletêye, cîhwarkirina artêşêye, ya li başûrê Libnanê û bernamên bona dasekinandina êkonomîkayê.Ev yek bi tomerî hildayî  ber çevaye: optîmîzma fesale, çimkî hal lîstikçîyên serekeva girêdayîye”,-Gantaharyan gotîye.

Çi ku derheqa dew û doza tevî Felestînêye, pispor li ser wê fikirêye, wekî pêwandî wê bixebitin. “Pêşda merkeza şêr li Gazayê bû û Libnanê cûrekî mayîn bersiv dida. Dema ku alîyê enîyê hate guhartinê, rol jî hatine guhartinê.Navend cîguhastî Libnanê bû. Niha agirbiesta li Libnanê wê ya Gazayê jî bîne. Li vir meriv dîsa pêwandîyên Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî û Îranê dibîne”,-Gantaharyan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button