H’emû nûçeSereke

Ararat Mîrzoyan û wezîra bazirganî û pêşkeftina der ya Nîdêrlanda li ser perspektîvên kûrkirina hevkarîya Ermenîstanê û Yekîtîya Avropayê gotûbêj kirine

Wezîrê Ermenîstanêyî  karên der Ararat Mîrzoyan 2 ê kanûnê bi wezîra bazirganî û pêşketinê ya derve ya Nîdêrlanda Raynêt Klêvêrê ra hevdîtinek pêk anî. Derheqa wê yekêda ji aliyê wezîreta Ermenîstanêye karên derda hatîye ragîhandin.

Hevpeyvîn li ser îmkanên pêşvebirina hevkariyê di warên sektorî de hevdem ligel diyaloga siyasî ya aktîv di navbera Ermenîstanê û Nîderlanda de gotûbêj kirin. Di nav qadên berjewendiya hevdu de, rêveberiya çavkaniyên avê, lênihêrîna tenduristî, bi pêşvebirina veberhênanê pêşdabirina hevkariya aborî hatin balkişandin.

Wezîr Mîrzoyan destnîşan kir ku Ermenîstan piştgiriya Nîderlanda ya ji bo reformên di warên demokrasî, serweriya hiqûqê û parastina mafên mirovan li Ermenistanê da bilind dinirxîne û ev yek jî di belgeya ku li ser pêşaniyên hukûmeta koalîsyonê ya Holandîyayê diyar dike cih girtiye.Ewî bal kişand ser girîngiya berdewamiya hevkariyê di vî warî de.

Di hevdîtinê de li ser perspektîvên kûrtirkirina hevkariyên Ermenîstanê û Yekîtîya  Avropayê axivîn. Di vê çarçoveyê de, Ararat Mîrzoyan û Raynêt Klêvêrê jî li ser projeyên bi mebesta dabînkirina pêwendiya navçeyî nêrînên xwe danustandin, wezîrê  Ermenîstanêyî karên der amaje bi bernameya “Xaçerêya aşîtîyê” ya ku ji aliyê hukumatê ve hatiye amadekirin,  raber kir.

Civînê de wezîrê Ermenîstanêyî karên der her wiha pêngavên ku ji aliyê hukumeta  Ermenîstanê ve ji bo çareser kirina pêwîstiyên ermeniyên bi destê zorê ji Qerebaxa Çiya hatine derxisnê,  raber kir.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button