H’emû nûçeSereke
Ararat Mîrzoyan wextê civîna welatên endamên qanûdarîya Romayê bi axaftin pêşda hatîye
Wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan wextê civîna yekîtîya welatên beşdarên qanûndarîya Romayê bi axaftin pêşda hatîye û daye dîyarkirinê,wekî bi hesabhildana dîroka Ermenîstanê, welat li ser wê fikirêye, wekî hildana cezanekirinê, piştgirîya edaletê û cabdarîyê girîngîke cudaye û bi cedandinên tevayî, bi hevra dikarin bighîjine wê yekê. Ararat Mîrzoyan daye dîyarkirinê,wekî Komara Ermenîstanê cara ewlin li vê civînê bi axaftin pêşda tê û amadeye rola aktîv nava vê yekêda bilîzin.Ewî usa jî daye dîyarkirinê,wekî dewletên endam gerekê hewil bidin ku pêşîya xirabkarîyên giran bigrin, yên ku dijî merivatîyê komkujîyê, xirabkarîyên leşkerî û agrêsîyayê mîyaser dikin.