H’emû nûçeSereke

Em rûpeleke nû ya dîrokê ji bo pêşkeftina sêktora têknolojîya bilind vedikin: Hakob Arşakyan

Di rûniştina taybet ya 2 ê kanûnê ya lijneya daîmî ya karûbarên aborîyê  de pakêta pêşnûmeya “Piştgirîya dewletê ya sêktora têknolojîyên bilind” û “Derbarê guhertin û dêdekirina qanûna bacê ya  Ermenîstanê” de bi xwendina duyemîn hat nirxandin.

Meclîsa neteweyî ji News.am re ragihand ku armanca qebûlkirina pakêta projeyan ji nû ve vejandina çarçoveya amûrên piştgirîya dewletê û îmtîyazên bacê yên ji bo sêktora têknolojîya bilind û her weha ji bo çalakîyên zanistî û lêkolînê ye, bi armanca efirandina şert û mercên guncawtir ji bo mîsogerkirina pêşkeftina  di warên navborî de.

Di heyama di navbera xwendina yekem û duyemîn de, piştî çend nîqaşan bi  rabepkirina wezîrê pîşesazîya têknolojîya bilind ya  Ermenîstanê Mxîtar Hayrapêtyan,ew hate guherandin. Pêşnîyarên ku ji hêla parlamênterên meclîsa neteweyî ve hem jî ji hêla sendîka û pargîdanîyên cuda yên civata têknolojîk ve hatine wergirtin, bi taybetî di pêşnûmeya qanûna “Piştgirîya dewletê ya sêktora têknolojîyên bilind” de, hukumet pêşnîyar dike ku “maşek sê mehane bê dayîn” ji bo kişandina koçberên kedkar û xebatkarên nû wekhev”.Piştgirîya 60 selefê baca dahatê ya ku ji bo dayînên din yan maş li gorî peymana medenî-qanûnî tê hesibandin” wê bê destnîşan kirin ku ji bo hemî pargîdaniyan rêziknameyek guncan bê saz kirin.

Bi guherîna paşîn re, ji sazîyên aborî re  50 selefê baca dahatê ya ku li ser maş û dravdanên din tê hesibandin, yan jî mîqdara baca dahatê ya ku li ser heqê keda di bin sîvîl de tê hesibandin, piştgirîya sê mehane tê  raber kirin peymana qanûnî, di mijara amadekirin û perwerdekirina pêrsonalên ku karê pîşeyî dikin.

“Bi rastî, em rûpelek nû di dîrokê de ji bo pêşkeftina sêktora têknolojîya bilind vedikin. Hukumet di vî warî de her sal bi qasî 40 mîlyard dram razemenîyê dike”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button