H’emû nûçeSereke
Volfovîç derheqa wê yekêda şirove kirîye ku Ermenîstan bona çi li civîna Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîv amade nîbûye
Sêkrêtarê şêwira ewlehkarîya Bêlarûsê Alêksandr Volfovîç gotîye wekî beşdarnebûna Ermenîstanêye li civîna Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîv îmîca wê nade başkirinê. Derbarê wê yekêda Volfovîç bi têlêvîzîyona Bêlarûsê gotîye.
Lê belê, ewî serda zêde kirîye ku ew yek li ser rojeva organîzeyê tehsîr nake.
Heger Volfovîç difikire wekî dûrketina welatên organîzeyê ji qedandina borcdarîyên hindava Ermenîstanê îmîca baş dide wan, wî çaxî ew gelekî şaş dibe.