
Li Adirbêcanê, bi taybetî piştî şerê 44 rojî ya sala 2020 î, wa gotî bi navê “Adirbêcana Rojava” gelekî belav dibe. Peyva “Adirbêcana Rojava” tê wateya xaka serdest ya Komara Ermenîstanê, ku yekeyên erdî yên îdarî yên wê ji alîyê Bekûyê ve navên derewîn û sexte hatine danîn, dîyar e ku tu têkilîya wê bi rastîya dîrokî re tune ye. Her agahdarî yan analîzek ku ji hêla mêdyaya girseyî ya Adirbêcanê ve hat belavkirin, wekî “rastî” tê raber kirin, ku nivîskarê wê rêjîma dîktator ya wî welatî ye.
Tezên derew yên Adirbêcanê, ku di van çend salên dawî de bi israr belav dibin, di serî de li ser vegerandina mafê vegera azêrî yên ku ji Ermenîstanê derketine. Bi gotina serokkomar Elîyêv, axa Ermenîstanê ya niha adirbêcanî ye û divê mafê azêrîyan ku vegerin welatê ku jê re tê gotin “welatê dîrokî” tê dabînkirin.
Ne tenê li Adirbêcanê bi xwe, lê li welatên cuda bi organîzekirina “pêşangeh” û “bûyerên” derbarê “Adirbêcana Rojava” de hewl tê dayîn ku van tezên derew di çarçoveya civaka navneteweyî de belav bikin.
Adirbêcan çavkanîyên darayî yên mezin xerc dike ji bo pêkanîna van ramanên sexte. Her wiha di van demên dawî de li parlamentoya Adirbêcanê ji bo vegerandina “Adirbêcana Rojava” komek destpêşxerî hat avakirin.
1 ê gulana sala 2024 a de li Bekûyê têlêvîzyoneke bi navê “Adirbêcana Rojava” hat vekirin û armanca wê ya sereke propagandaya berfirehtir e. Serokê civata Adirbêcana Rojava Azîz Alêkberlî di merasîma vekirina têlêvîzyonê de dîyar kir ku têlêvîzyona Adirbêcana Rojava ji nêz ve piştgirî dide çalakîyên ji bo vegera aşîtîyane, ewle û bi rûmet ya azêrîyên ku di van 200 salên dawî de ji warên xwe yên dîrokî hatine derxistin wekî mîrateya gelê Adirbêcanê rastîyê bêje”.
Cotmeha sala 2023 a de li zanîngeha dewletê ya Bekûyê navenda lêkolîna “Adirbêcana Rojava” hat vekirin, ku bingeha wê fikir û ramanên serokkomarê Adirbêcanê Îlham Elîyêv derbarê vegera “Adirbêcana Rojava” de bû. Di daxuyaniya zanîngehê de wiha hat gotin: “Çalakîyên navendê li darxistina konfêransên navneteweyî, sêmînerên zanistî, nîqaş, weşandina pirtûkan û dabînkirina peywendîyên xurt bi civaka “Adirbêcana Rojava” re ye”.
24 ê kanûna sala 2022 a de serokkomarê Adirbêcanê Îlham Elîyêv di serdana xwe ya avahîya “Civaka Adirbêcana Rojava” de ragîhandibû. “Kesên ji Qerebaxê hatine sirgûnkirin berê xwe didin warên xwe. Ez bawer im wê roj bê ku hemwelatîyên me yên Adirbêcana Rojavayê, xizm, zarok û nevîyên wan vegerin ser axa me ya dîrokî Adirbêcana Rojavayê…”
Têgeha vegera azêrîyan bo Ermenistanê ji alîyê rayedarên payebilind yên Adirbêcanê ve di nav civaka navneteweyî de jî tê nîqaşkirin. Ev gav ji alîyê Bekûya fermî ve ji bo girtina mijara vegera ermenîyên ku ji alîyê rayedarên Ermenîstanê û civaka navneteweyî ve bi destê zorê ji Arsaxê hatine koçberkirin bo welatê xwe tên avêtin.
Lê belê civaka navneteweyî jî dizane ku girêdana van her du pirsgirêkan bi hev re ne mentîqî ye. Ji ber vê yekê çend meh berê, Toyvo Klaar, nûnerê berê yê taybet yê Yekîtîya Avropayê ji bo krîza li Kafkasya Başûr û Gurcistanê, hem li ser vegera ermenîyên bi destê zorê ji bo Arsaxê û hem jî dersînorkirina bi hezaran ermenî ji bajarên cuda yên Adirbêcanê di salên 1990 î de axivî. “Carina mijarên din jî di vê çarçoveyê de tên rojevê, wek mînak mijara bi navê “Adirbêcana Rojava”. Bi ya min, ev pirsgirêkên bi tevahî cûda ne ku divê neyên tevlihev kirin. Ya yekem hêsankirina vegera ermenîyên Qerebaxê bo warê bav û kalên xwe ye, ev jî erka Adirbêcanê ye. Ya duyem jî meseleya ermenîyên ku berê li herêmên din yên Adirbêcanê, li Bekûyê dijîyan, yan jî azerîyên ku li Ermenîstanê dijiyan e. Bi awayekî xwezayî, divê ew jî karibin biçin cîhên ku ew yan jî malbatên wan lê dijîn, heta ku bixwazin vegerin wir, û ev jî divê encama rûniştinekê be, lê ev mijarek bi tevahî cûda ye.
Rastî ev e ku ji bo Adirbêcanê, ku xaka Komara Ermenîstanê wek “welatê xwe yê dîrokî” dihesibîne, heta niha jî nikare wekî welatekî dîrokî bê hesibandin. Hêjayî gotinê ye ku ev hemû ji alîyê Bekûyê ve di çarçoveya pêvajoya mûzakereyê ya ji bo asayîkirina têkilîyên bi Yêrêvanê re û avakirina aşîtîyê pêk tê.







