Hemî endamên konseya bilind ya Yektîya Avrasîyayêye Êkonomîkî ji bo Ermenîstanê ne xwazgîn in: Paşînyan derbarê lidarxistina rûniştina li Sankt Pêtêrburgê de

Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan bi xwe jî lidarxistina civîna konseya aborî ya bilind ya Avrasyayê li Ermenîstanê ne guncaw dît.
Li gorî rapora “Armenpress”ê, Paşînyan di civîna pirs û bersivan de li gel hukumetê li meclisa netewî de, amaje bi pirsa Anna Grîgoryanê, endama fraksiyona “Hayastan” ya opozisyonê kir.
“Ez raste-rast dixwazim bibêjim ku min bi xwe ne guncaw dît ku ev çalakî li Komara Ermenîstanê bê lidarxistin, ji ber ku mixabin ji ber şert û mercên ku hûn dizanin hemî endamên konseya aborî ya Avrasya ya bilind ji bo Komara Ermenîstanê ne guncan in”,- Paşînyan gotîye.
Serokwezîr li ser pirsa parlamentarê derbarê girêdana di navbera pejirandina yasaya Romayê û girtina muhtemel ya serokê Federasyona Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn de jî gotîye: “Dema ku me statuya Romayê pesend kir, em bi hevkarên xwe yên li Rûsyayê re di nava têkiliyê de bûn. Me ji wan re mînaka xwe ya bi Amerîkayê re anî. Lihevkirineke me ya dualî bi Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê re heye ku di têkiliyên wan de hin taybetiyên di destûra Romayê de tekez dike. Me heman mêxanîzma ji Rûsyayê re jî pêşniyar kir, lê Rûsyayê ji ber hin sedeman qebûl nekir”.
Alîkarê serokkomarê Rûsyayê Yurî Uşakov ragihand ku li ser daxwaza Ermenistanê lûtkeya Yekîtîya Avropayê ya ku di 25 ê kanûnê de tê lidarxistin, li bajarê Sankt Pêtêrburga Rûsyayê tê lidarxistin.Wezîreta karên der ya Ermenîstanê diyar kir ku civîna konsêya aborî ya Avrasyayê ne hewce ye ku li welatê endamê Yektîya Avrasîyayêye Êkonomîkî bê kirin.







