H’emû nûçeSereke

Paşînyan di têkiliyên Ermenîstan û Adirbêcanê de tu bingehek ji bo êskalasîyayê xwe nabîne

Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan hêvî dike ku Ermenîstan û Adirbêcan xebatên li ser pêşnûmeya peymana aştiyê xurtir bikin. Ji 90 selefê xebatê hatiye kirin, ya ku maye hewldana dawîn e û îmzekirina peymana aştiyê ye.
Li gor rapora “Armenpress” ê, serokwezîr ev yek di civîna pirs û bersivan de digel endamên hukumetê li meclisa neteweyî gotîye.

Serokwezîr amaje bi weşanên çapemeniya Adirbêcanê jî kir ku tê gotin ku Ermenîstan şerekî nû li dijî Adirbêcanê amade dike, serokwezîr diyar kir ku têza sereke di wan weşanan de ew e ku divê Ermenîstan bi xwe serokwezîr ji ber sedemên siyasî yên navxweyî li dijî Adirbêcanê şer bike.
«Di vê navberê de her çavdêrek dikare bibîne ku berovajî vê yekê ji ber sedemên siyasî yên navxweyî ji bo tîmê desthilatdar û bi taybetî jî ji bo min sûdmend e ku rewşa herêmê aram»,-Paşînyan gotîye.

Ewî da zanîn ku weşanên navborî nîşan didin ku hêzên ku dixwazin rewşa herêmê têk bibin hene.
“Tu sedemeke me tune ku em êrîşî Adirbêcanê bikin, ji ber ku di rastiyê de me di asta siyasî de gaveke din ya yasayî avêtiye û li ser bingeha daxuyaniya Almatayê yekparetiya axa hevdu nas kiriye”.

Ewî bi bîr xist ku meclisa neteweyî ya Ermenîstanê rêziknameya komîsyonên diyarkirina sînorên dewletê yên di navbera Ermenîstan û Adirbêcanê de erê kir, divê di demeke nêz de bi lihevkirina dualî pêvajoya sînordarkirinê bê destpêkirin.

Ewî bi bîr xist ku di salên 2021 î û 2022 a de li dijî Ermenîstanê êrîşên ku di demên cuda de zêdetirî 200 metrekare axa Ermenîstanê pêk hatine. “Lê me jî ragihandiye û diyar kiriye ku pirsgirêka van herêman bi rêyên leşkerî çareser nabe. Pejirandina rêziknameya komîsyonên xêzkirinê û pêvajoya xêzkirinê rê dide me ku em li ser van hemû mijaran danûstandinan bikin. Li ser bingeheke qanûnî em çareser bikin û çareser bikin”.

Serokwezîr destnîşan kir ku Ermenîstan bi rojeva aştiyê ve girêdayî ye, ku Ermenîstanê bi ti cînarên xwe re ti pirsgirêkeke leşkerî nîne û me ji bo vekirina peywendiyan li herêmê çareseriyeke pir rast û realîst pêşniyar kiriye Paşînyan di dawiya axaftina xwe de got: “Di têkiliyên Ermenîstan û Adirbêcanê de tu bingeheke mezinbûnê nîne»,-Paşînyan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button