H’emû nûçeSereke
Serokên meclisa netewî ya 8 welatên Nordîk-Baltîk sala bê wê bên Ermenîstanê

Sala bê wê serokên meclisên netewî yên 8 welatên Nordîk-Baltîk ji bo beşdarbûna konfêransê wê bên Ermenistanê.
Li gorî nûçeya “Armenpress” ê, serokê meclisa neteweyî Alên Sîmonyan di brîfîngekê de ji rojnamevanan re agahî da.
“21-22 ê çile de serokên meclisên neteweyî yên 8 welatên Nordîk-Baltîk wê bên Komara Ermenîstanê û li vir forumek ji bo piştgiriya Komara Ermenîstanê bê lidarxistin”,-Sîmonyan gotîye.
Welatên Nordik-Baltîk Estonya, Latya, Lîtva, Danîya, Fînlandiya, Îspanya, Norwêc û Swêd in.







