H’emû nûçeSereke
Elîyêv cêrge şuxulkarên ku nava goveka propaganda bûyarên li Adirbêcana Rojavayê xelat kirîye: tirkzan

Serokê Adirbêcanê Îlham Elîyêv cêrge şuxulkarên ku nava goveka propaganda bûyarên li Adirbêcana Rojavayê xelat kirîye. Derbarê wê yekêda Varûjan Gêxamyanê tirkzan rûpelê xweda nivîsîye.
Ewî bi taybetî daye dîyarkirinê: “Wextê konfêransa navneteweyî, ya bi sernavê “Mafê paşdahatinê: dasekinandina heqîtîya bona wan meriva, yên ku ji Ermenîstanê bi destê zorê hatine derxistinê” Elîêyv daye dîyarkirinê, wekî Ermenîstan gerekê hevraxeberdana tevî “Dîyaspora Adirbêcana Rojavayê” destpêke. Ez bîr bînim,wekî Adirbêcan axa Ermenîstana serbixwe çawa “Adirbêcana Rojavayê” nav dike. Beşdarbûna serokê Adirbêcanê û xelatkirinên ji alîyê wîda carke mayîn şedetîyê didin wekî bernama bi navê “Adirbêcana Rojavayê” bi dereca dewletê tê mîyaserkirinê.







