H’emû nûçeSereke
Meclîsa Ermenîstanê du peymanên krêdîtê yên bi giştî 139,4 mîlyon yûro pejirand

5 ê kanûnê parlamentoya Ermenîstanê du peymanên kredîtê yên ku bi giştî 139,4 mîlyon yûro ye erê kir.
Ew bi taybetî, “Bernameya pêşkeftina bazarên darayî û aramiya darayî ye. Di bin-bernameya 2 a de li ser peymana kredîtê ya ku di navbera Ermenîstan û bankeya pêşketinê ya Asyayê de hatiye îmzekirin e.Wê fondê ji bo kêmbûna byûçeyê bê girtin.
Komar wê kredîta duyemîn ji fonda pêşketinê ya navneteweyî ya OPEC ê werbigire. Li vir behsa 50 mîlyon yûro dikin.
Drav wê ji bo pêkanîna reformên plansazkirî, bi taybetî, ji bo danasîna tedbîrên ku bi mebesta baştirkirina karbidestiya ênêrjiyê ya malbat û pargîdaniyan, ji bo reforma pergalên perwerde û tenduristiyê, û her weha ji bo piştgiriya civakî ya ji bo penaberan bê terxan kirin.







