H’emû nûçeSereke

Em bawarin wekî gerekê tevî çar cînarên xwe nava pêwandîyên başdabin:Kostanyan

Cîgirê wezîrê Ermenîstanêyî karên der Vahan Kostanyan nava dorana forûma navneteweyîye li Bahrêynê beşdarî panêla gotûbêjkirinê bûye.

Çawa bersiva pirsa derheqa Kafkasîya Başûrda,Vahan Kostanyan gotîye: “Bona pirsa derheqa herêma meda ez dikarim bêjim, ku nikarim sîyasetên Îranê, Rûsîyayê, yan jî Tirkîyayê raberkim.Ezê li vir sîyaseta me raberkim û ew gelekî zelale: alîyê ewlin pêwandîyên tevî cînarên mene. Çar cînarên me hene Gurcistan, Îran, Adirbêcan û Tirkîya.Em bawarin  wekî gerekê tevî herçar cînarên me pêwandîyên baş hebin. Pirsa sîyaseta meye dere mayîn dîvêrsîfîkasîya sîyaseta dere.Çawa ku me dît, hevkarîya tevî hevkarên meye tradîsîyon her dem jî kardar bûye.

Niha armanca sîyaseta me hinekî cûrekî mayîne, û niha heger em bixwezin bi kurtayî raberkin, armanca wê ewbe ku em serbixwetîya xwe, yekîtîya axa xwe, sînorên xwe û usa jî dêmokrasîyê biparêzin.Niha em dicêribînin pêwandîyên xweye tevî hevkarên xwe bidine pêxistinê û van tişta jî xweykin”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button