H’emû nûçeSereke

Naskirina dewleta Felestînê birîyara Ermenîstanêye dijî Îsrayêlê nîbû: cîgirê wezîrê Ermenîstanêyî karên der

Ew birîyara hukumata Ermenîstanê, ya derheqa  naskirina dewleta Felestînê, ne dijî Îsrayêlê bû.Li gorî nûçeya “Armenpress” ê, derbarê wê yekêda cîgirê wezîrê Ermenîstanêyî karên der Vahan Kostanyan wextê gotûbêjkirina li forûma li Bahrêynê gotîye.

“Ew birîyara hukumata Ermenîstanê, ya derheqa  naskirina dewleta Felestînê, ne dijî Îsrayêlê bû.Ew birîyar him bona felestînîya û him jî bona îsrayêlya bû, çimkî bona van herdu cimeta rîya aşîtîyê prînsîpa “Du dewleta” ye”,- Vahan Kostanyan gotîye.

Em bêjin, 21 ê hezîrana sala 2024 a wezîreta Ermenîstanêye karên der elam kiribû, wekî Ermenîstan dewleta Felestînê nas dike.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button