SerekeSîyasî

Kê çarenûsa Sûrîyayê çêdike?:  serketina Ebû Mihemed El-Cûlanî û “Heyet Tehrîr El-Şam” ê

Sûrîya dikeve serdemeke nû ya dîrokê. Ev rojek e ku serkêşê rewşa wî welatî kesayetîyê opozîsyona serhildana Ebû Mihemed el-Cûlanî ye. Tenê deh roj derbaz bûn ji tevgera “Haya Tehrîr el-Şam” ê ya bi serokatîya wî re ku rêjîma Esed ku zêdetirî nîv sedsalê serwêrîya Sûrîyayê dikir, hilweşîne. Navê serokê nû yê Sûrîyayê Ebû Mihemed El-Cûlanî ji niha ve hem bûye cîhê kêfxweşîya gel û hem jî bûye cîhê eleqeya navneteweyî.

Dîmenên ku li ser întêrnêtê belav bûne nîşan didin ku çawa rêberê nû yê Sûrîyayê Ebû Mihemed el-Cûlanî, rêberê tevgera “Heyat Tehrîr el-Şam” ku di 10 rojan de desthilata Esed ya 53 salî hilweşand, çok dide, li ber Xwedê li ser axa Şamê.

Kî ye ev kesayeta berê ya ku berê nenaskirî ye, û Cûlanîyê 42 salî bi çi tê nasîn, ku alîgir wî wek rêalîst, dijberên wî oportûnîst dihesibînin?

Tê zanîn ku di 21 salîya xwe de, sala 2003 de, ew tevlî “El Qaîde” bû ku li Îraqê li dijî amêrîkiyan şer bike. Di sala 2016 a de hêzên amêrîkî li Îraqê 5 sal cezayê girtîgehê lê birîn. Sala 2011 ê de, piştî ku ji girtîgehê derket, dema şerê navxweyî li Sûrîyayê dest pê kir, baskê El Qaîdê yê Sûrîyayê, Enîya El Nûsra damezrand, ku piştre navê wê hat guhertin û bû Heyet Tehrîr El Şam.

Sala 2016 de,  Cûlanî  têkilîyên xwe bi El Qaîdê re qut kir, û helwesteke pir pragmatîk û nermtir girt. Di wêneya nû de, ferhenga wî ya tundrew guherî, û  Cûlanî  li dijî êrîşên li dijî Rojava dest bi axaftinê kir.

Di wê heyamê de li ser navê wî skandalek derket. El-Cûlanî bi “firotina hevalên çekdar û firotina agahîyên li ser çekdarên biyanî ji bo Rojavayê û bi vî awayî alîkarîya koalîsyona bi pêşengîya Amêrîkayê ji bo jinavbirina wan”.

Sala 2017 a de, Cûlanî hemû komên îslamî-radîkal yên ku li bakûrê Sûrîyayê kar dikin neçar kirin ku tevlî rêxistina “Heyat Tehrîr el-Şam” bibin, ku rêveberîya parêzgeha Îdlîbê xistîye destê xwe.

Tevî vê yekê, bizavkarên mafên mirovan rêxistina wî bi tawanên şer li dijî kêmîneyên etnîkî tawanbar dikin.

Sala 2018 a de, Amêrîka Heyet Tehrîr el-Şam wek rêxistineke têrorîst nas kir û soza xelata 10 mîlyon dolarî bo serê  Cûlanî  dabû. Yekîtîya Avropayê, Netewên Yekbûyî û Tirkyayê jî rêxistina ku Beşar Esad hilweşand wek rêxistineke têrorîst qebûl kirin.

Duh, piştî çend demjimêran ji girtina Şamê, alîgirên Cûlanî li Şamê bi dirûşmên “Allah Ekber”, “Xwedê mezin e” ew pêşwazî kirin. Ji alîgiran re axaftinek kir.

Şirovekar serkeftina tevgera Heyet Tehrîr el-Şam ne tenê bi nerazîbûna gel ji ber kêmbûna aborî û zextên sîyasî ve girê didin, lê her weha hêzên bîyanî yên ku dixwazin rêjîma Esed hilweşînin, bi taybetî Tirkîyayê bi piştgirî. Vekolerên rûsî û rojavayî dîyar dikin ku ev guhertin dibe destpêka guhertineke radîkal di nexşeya sîyasî ya Sûrîyayê de.

Îsrayêl ji niha ve bi êrîşa li ser Şamê dest bi proseya berfirehkirina herêman kirîye û li bakûrê wî welatî di navbera hêzên alîgirên Tirkîyayê û komên kurd yên bi palpiştîya Amêrîkayê de pevçûyînên dijwar dest pê kirine. Kanalên telegramê li ser qetlyamên sîvîlên ku ji alîyê îslamîyên alîgirên Tirkîyayê ve li herêmên kurdan tên kirin, agahî belav kirin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button