H’emû nûçeSereke
Brêd Şêrman çawa cîgirê serokê komîsîya Kongrêsêye pirsên ermenî hatîye hilbijartinê

Endamê komîsîya Kongrêsa Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî, ya pêwandîyên der, Brêd Şêrman çawa cîgirê serokê komîsîyayê, yê pirsên Kogrêsêye derheqa Ermenîstanêda, hatîye hilbijartinê.
Ji sedî zêdetir endamên kongrêsê bi qewînkirina pêwandîyên ermenya-amêrîkîyava û pêxistina pirsên ermenîva mijûl dibin. “Bona min qedire ku çawa cîgirê serokê komîsîya Kongrêsêye pirsên ermenî, qulixkim.Ji 30 î salî zêdetir min xwe pêşkêşî qewînkirina pêwandîyên di navbera welatê me û Ermenîstanê, parastina berjewandîyên dîyaspora ermenîya kirîye.Çawa cîgirê serokê komîsîyayê, ezê tevî hevkarên xwe û bona pêşeroja Ermenîstanê û cimeta wê bixebitim”,-Şêrman gotîye.







