Ji nû ve destpêkirina kanalên ragihandinê yên bi Tirkiyayê re ne kêmtir girîng e:Alên Sîmonyan

Merasîma vekirina rûniştina giştî ya 64 a ya meclisa sereke parlamenteran ya hevkariya aborî ya Behra Reş li Yêrêvanê hat lidarxistin û serokê giştî yê serokê parlamênta Ermenîstanê Alên Sîmonyan axaftina vekirinê kir.
“Ez bi xêrhatina beşdarên meclisa parlementoya hevkariya aborî ya Behra Reş li Yêrêvanê dikim.
Çareserkirina kêşeyên li herêma me pêwîstî bi nêzîkbûneke berfireh heye û di wî warî de hevkariya aborî amûreke girîng e ji bo parastina aştî û ewlehiya navdewletî.
Ermenîstan welatek bejahî ye û di gihîştina bazarên cîhanî de xwedan lawaziyên pergalê ye, ji ber vê yekê em girîngiya pêwendiya wekhev û tevhev, sînorên vekirî, û binesaziya veguhastinê ya bi tevahî bikêrhatî ji bo xweşiya aborî ya herêmê nas dikin.
Rakirina astengên siyasî li pêşiya tevgera azad ya mirov, mal û karûbaran, bicîanîna mafên mirovan yên aborî û civakî, di nav de mafê geşepêdanê, şertek girîng e ji bo pêkanîna tam ya potênsîyala aborî ya herêma deryaya Reş û întêgrasyonê di nav cîhanê de.
Herêma deryaya Reş di çarçoveya geşepêdana danûstandinên bazirganî û veguheztinê de di warên Rojhilat-Rojava û Bakur-Başûr de, pêkanîna înîsîyatîva û binesaziya veguhestinê li herêma me pir girîng e ji bo hêsankirina bazirganiyê û pêşxistina maxanîzmayên hevbeş ji bo hêsankirina prosedurên gumrikê.
Ji ber cihê xwe yê erdnîgarî, Kafkasya Başûr dikare beşdarî hevkariya aborî û bazirganiya di navbera Avropayê û Asyayê de bibe, li ser esasê rêzgirtina tam ya prînsîbên serwêrî, yekparçeyiya axê, wekhevî û berawirdkirina peywendiyên gelan, peywendiyên çandî, ku dê bi awayekî berçav tevkariyê li ewlekarî û aramiyê li herêmê û derveyî wê bike.
Bi rêberiya vê vîzyonê, hukumeta Ermenîstanê înîsiyatîva “Xaçerêya aşîtîyê” raber kir. Wekî beşek ji rojeva me ya aşîtîyê, ev bername armanc dike ku li ser bingeha qanûn, serwêrî û dadrêsiya navneteweyî, bernameya “Xaçerêya aşîtîyê” bi bandor pêş bixe Kendava Farisî, Deryaya Reş bi hev ve girêdide û dibe sedema berfirehkirina hevkariyên aborî û bazirganiyê.
Ermenîstan bi awayekî avaker beşdarî danûstandinên bi Adirbêcanê re di derbarê vekirina binesaziya veguhastinê de ye. Encama serketî ya vê pêvajoyê dikare girîngiya herêmê di warê veguhestina kargoyê ya navneteweyî de vegerîne û bibe alîkar ji bo xweşiya welat û gelên me.
Armanca “Xaçerêya aşîtîyê” hevkarî ye ji bo veguherandina paradîgmaya têkiliyan ji rûbirûbûnê li herêma me.
Em hêvîdar in ku parlemanên welatên endamê hevkariya aborî ya deryaya Reş piştgirî bidin vê destpêşxeriya ku bi tevahî li gorî prensîb û pîvanên hiqûqa navneteweyî ye.
Destûrê bidin min ku rûniştina 64 a ya meclisa sereke ya meclîsa parlamenteran ya hevkariya aborî ya Behra Reş vekirî îlan bikim”.







