H’emû nûçeSereke

Zêlênskî: ji destpêka dagirkirinê ve, leşkerên Rûsyayê li Ûkraînayê 50 kahîn kuştin û 700 dêr wêran kirine

Serok Zêlênskî di hevpeyvînekê de ligel CBN ê gotîye, ji destpêka êrişa mezin di sala 2022 de, leşkerên rûsî 50 kahînan kuştin û nêzîkî 700 dêr li Ukraînayê wêran kirine.

“Rûsa dêrên cuda yên Ukraînayê hema mîna dibistanek tevdigerin.Yanî ketin herêmên me, dibistan û dêr xera kirin. Heta ku şopek nemîne. Di encamê de, gelek kahînên cuda hatin girtin yan kuştin, û wan 50 mele kuştin. Wan bi awayên cuda kuştin”,- serokê Ukraînayê gotîye.

Li gorî Zêlênskî, hin kahîn hatine îşkencekirin. “Hemû delîlên çawa îşkence li wan hatiye kirin hene. Çima îşkence li wan kirin? “Tenê ji ber ku ew “bi zorê” bûn ku xizmeta Patrîk Kîrîl û dêra wan bikin, û kahîn ji mirovan û Xwedê re xizmetê dike”,- Zêlênskî gotîye.

Wî herwiha got ku di dema êrişê de, leşkerên rûsî 700 dêrên Ukraînayê wêran kirin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button