H’emû nûçeSereke

Heger Tirkyayê bona komkujîya Ermenîya cabdarî bikişanda, sala 2020 î sîlihê tirkî wê negihîşta Bekûyê: Hênrî Têrîo

 Ez girîngîya mezin didime  wê yekê ku alîyê ku komkujî mîyaser kirîye li ber cabdarîyê bisekine û li vir armanc zêdetir bona wan merivaye, yên ku komkujî dîtine û bona wana qewilên baş bêne sazkirinê. Derbarê wê yekêda, wextê forûma global, ya bi sernavê “Dijî xirabkarîya komkujîyê” cîgirê serokê yûnîvêrsîtêya Vorçêstêrê Hênrî Têrîo gotîye.

“Ew komên ku komkujî mîyaser kirine, gerekê bêne cezakirinê û meriv gerekê gumanbin,wekî ew merivên ku wê yekê mîyaser dikin, li ber cabdarîyê disekinin.

Heger wedada Tirkîya mecbûr bikirana, ku ew kompêsasîya bida Ermenîstanê, ya ku wê usa jî bibûya garantîya ewlehîya Ermenîstanê, wî çaxî sala 2020 î dema ku Adirbêcanê agrêsîya leşkerî destpêkir, sîlihên tirkî wê nikaribûna bidana xebatê, çimkî ew yek wê bida kifşê ku bi wê dokûmêntê Tirkîya wê borcdarbûya garantîya ewlehîyê bida Ermenîstanê”,-Hênrî Têrîo gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button