
Serok Mesûd Barzanî 15 ê kanûnê pêşwazî li daxuyanîya Ehmed Şera ya li ser gelê kurd li Sûrîyayê kir û ragîhand: “Pêwîst e kurd, ereb û hemû pêkhateyên din yên Sûrîyayê sûdê ji vê derfetê werbigirin, ji bo bi hev re beşdarî damezirandina Sûryayeke aram, azad û dêmokratîk bibin”.
Daxuyanîya serok Barzanî:
Min daxuyanîyeke birêz Ehmed Şera ya li ser gelê kurd li Sûrîyayê dît ku gelê kurd wek beşek ji welat û hevparê Sûrîya paşerojê binav kiribû.
Em vê nêrîna li ser kurdan û paşeroja Sûrîyayê cîhê dilxweşîyê û em pêşwazîyê lê dikin û hêvîdarin ku ev yek bibe destpêka rastkirina pêvajoya dîrokê û sererastkirina reftarên çewt û nedirust yên li hember gelê kurd li Sûrîyayê hatine kirin.
Ev cûre nêrîn ji bo avakirina Sûrîyake bihêz rêxweşker in û pêwîst e kurd, ereb û hemû pêkhateyên din yên Sûrîyayê sûdê ji vê derfetê werbigirin, ji bo bi hev re beşdarî damezirandina Sûrîyake aram, azad û dêmokratîk bibin.







