Hindistan bona Ermenîstanê hevkara girînge:Alên Sîmonyan gotîye seroka Hindistanê

Dêlêgasîya bi serokatîya serokê parlamênta Ermenîstanê Alên Sîmonyan, ya ku bi seredana fermî li Hindistanêye, rastî seroka Hindistnê Drûpadî Mormûê hatîye.
Wextê hevdîtinê alîya derheqa dînamîka bilind, ya di navbera herdu welatada dane dîyarkirinê û serda hatîye zêdekirinê,wekî nenihêrî ew hevkarîya nava herdu alîyada nava pêwandîyên dualîda hê potênsîyala mezin heye.
Seroka Hindistanê razalixî bona seredana li Hindistanê elamî Alên Sîmonyan kirîye û bi guman elam kirîye wekî bi vê seredanê nava pêwandîyên dualîda rûpelê nû wê vebe
Alên Sîmonyan sirîya xweda razalixî bona hevdîtinê elam kirîye û daye dîyarkirinê,wekî Hindistan bona Ermenîstanê hevkara girînge.
Beşdarên hevdîtinê usa jî derheqa pirsên dualîye mayînda xeberdane, nava wanda usa jî têma derbarê peymana aşîtîyêye di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanêda.







