H’emû nûçeSereke

Li Rûsyayê îradeyeke zelal ya sîyasî heye ku têkilîyên ermenîya-rûsya bidomîne û bike asteke nû: Kopîrkîn

Ji aliyê Rûsyayê ve îradeyeke siyasî ya zelal heye ku têkiliyên ermenîya-rûsa bidomîne û bigihîne asteke nû.

Li gorî nûçeya “Armenpress”ê, balyozê Rûsyayê yê li Ermenîstanê Sergey Kopîrkin di konferansa 9 emîn tenduristiyê ya Ermenistan-Rûsyayê li Yêrêvanê gotîye.

 “Konferansa di demeke pir girîng de pêk tê ku ji bo Ermenîstanê û Rûsyayê pir girîng e ku ne tenê her tiştê ku me yek dike biparêze, di heman demê de bilindkirina hevkariyê di asteke nû de û adaptekirina pêdiviyên nû. Ez dikarim bibêjim  ku îradeyeke siyasî ya zelal ji aliyê Rûsyayê ve heye.

Li gorî balyoz, sêktora tenduristiyê cihekî taybet di kompleksa giştî ya peywendiyên di navbera her du welatan de digire.

Balyozên her du welatan diyar kirin ku di 20 ê kanûnê di civîna dahatû ya komîsyona navdewletî ya ermenîya-rûsyayê de wê mijarên hevkariya di warê tenduristiyê de bên gotûbêjkirin û di navbera wezeretên her du welatan de li ser gelek mijaran lihevkirin bên kirin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button