Nava 10 mehên sala 2024 a de, bazirganîya di navbera Ermenîstanê û Yektîya Avrasîyayêye Êkonomîkî de bi 11 mîlyard dolara derbaztir bûye

Hinardekirina Ermenîstanê ji bo welatên yekîtiya aborî ya Avrasyayê ji 300 mîlyon dolarî di sala 2015 a de bû 3,4 milyard dolar di sala 2023 a de.
Li gorî rapora “Armenpress”ê, cîgirê wezîrê aboriyê Narêk Hovakîmyan di civîna lijneya daîmî ya pêkvejiyana herêmî û Avrasya ya meclisa netewî de li ser vê mijarê agahî da.
Hovakimyan anî ziman ku di deh mehên sala 2024 a de bazirganiya di navbera Ermenîstan û welatên Yekîtîya Avropayê de 11 milyard dolar derbaz kiriye.
“Em dikarin vê yekê wek encameke baş tomar bikin,” ewî gotîye.
Berhemên sereke yên hinardekirina Ermenîstanê bo Yekîtîya Avrasîayêyê Êkonomîkî şerab, brandy, hilberên çandiniyê û her weha hilberên pîşesaziyê û teknolojîk in.
Hovakîmyan destnîşan kir ku hilberîna tekstîlê jî xwedî roleke girîng e, sêktora ku bi taybetî di piyaseya Fêdêrasyona Rûsyayê de xwedî daxwazeke mezin e, mezinbûneke girîng tomar kiriye.
Li gor wî endametiya Yektîya Avrasîyayêye Êkonomîkî fersend daye Ermenîstanê ku bikeve bazarek ku 150 milyon xerîdar lê hene û ev yek ji bo hilberînerên herêmî, hinardekar û beşên cuda yên aboriyê derfetên nû çêkiriye.







