Dadgeha leşkerî ya Bekûyê wê doza serkirdeyên leşkerî û sîyasî yên Qerebaxê bişopîne

Dadgeha leşkerî ya Bekûyê wê dosya serkirdeyên leşkerî û sîyasî yên Qerebaxa Çîya binirxîne.
Li gor rapora “Armenpress”ê, serdozgerîya giştî ya Adirbêcanê di vê derbarê de peyamek belav kirîye û tê de amaje bi wê yekê kirîye ku ew bi çend madeyên giran hatine tawanbar kirin.
Serdozgerîya komarê ya Adirbêcanê di çarçoveya dosya sûc ya li dijî lîderên leşkerî û sîyasî yên Qerebaxa Çîya de sazîyên pêwendîdar yên Ermenîstanê vexwendibûn ku hevkarîyê bikin.
Karbidestên Adirbêcanê serkirdayetîya bilind ya Qerebaxê ku îlona sala 2023 a de bi awayekî neqanûnî di dema êrîşa leşkerî ya mezin ya ku ji hêla Adirbêcanê ve hat kirin hatibûn girtin, tawanbar kirin.
Di nav kesên ku li Bekûyê bi awayekî neqanûnî hatine binçavkirin, serokên berê yên Qerebaxê Arkadî Xûkasyan, Bako Sahakyan, Arayîk Harûtyûnyan, her wiha wezîrê berê yê dewleta Qerebaxê Rûbên Vardanyan, serokê parlamêntê Davît Îşxanyan, fermandarê berê yê artêşa parastinê Lêvon Mnasakanyan, wezîrê karênderî Davît Babayan, cîgirê berê yê wezîrê parastinê Davîd Manûkyan.
Malbat û nûnerên wan yên hiqûqî yên kesên li girtîgehên Adirêcanê tên ragirtin, qala binpêkirinên mezin yên mafên xwe dikin. Li gorî parêzeran, girtî ji parastina hiqûqî bêpar in, derfet ji wan re nayê dayîn ku sûcên li ser wan hatine kirin bi wergereke tam nas bikin, sûc li ser delîlên bêbingeh û bi plan hatine kirin.
Parêzerê Vardanyan Carêd Gênsêr, dîyar kir ku ev sûcdarkirinên hanê xwedî mebestên sîyasî ne û ji bo tolhildana gelê Qerebaxê û rêberên wan tên kirin.







