H’emû nûçeSereke

Encûmena niştimanî ya Swîsrê bang li hukumeta wî welatî kir ku konfêranseke navneteweyî ji bo gotûbêjkirina vegera ewle ya ermenîyên Qerebaxê li dar bixe

Encumena neteweyî ya Swîsreyê (meclîsa jêrîn ya parlementoyê) biryarek pejirand ku tê de bang li hukumeta vî welatî kir ku konfêransek aşîtîyê ya navneteweyî saz bike da ku li ser vegera ewle û kolêktîv ya ermenîyên Qerebaxa Çîya gotûbêj bike.

Li gorî rapora “Armenpress”ê, biryarname bi 96 dengên erê, 80 dengên na û 16 dengên bêalî hat qebûlkirin.

Armanca konfêransê ew e ku “di navbera nûnerên Adirbêcan û ermenîyên Qerebaxa Çîya de li ser vegerandina ewle û kolêktîv ya gelê ermenî di bin çavdêrî yan amadebûna aktorên navneteweyî de dîyalogê hêsan bike”.

Di mentîqê de tê gotin ku ji êrîşa leşkerî ya dawî ya Adirbêcanê îlona sala 2023 de, Qerebaxa Çîya ji nifûsa xwe ya ermenî bêpar maye.

 “Gel ji tirsa qirkirineke nû ya ku di sala 1915 a de li dijî ermenîyan pêk hat, neçar ma di nava çend rojan de welatê xwe biterikîne. Ji wê demê û vir ve, li herêmê paqijkirinên etnîkî yên bi belge hene. Mîrateyên çandî yên ermenîyan yên wek dêr, manastir û goristan bi navê “nûkirin” ê bi awayekî sîstêmatîk tên rûxandin yan jî xirabkirin.

Tevî van bûyerên giran, ermenîyên Qerebaxa Çîya dixwazin vegerin welatê xwe di bin garantîya ewlekarîya civaka navneteweyî de, pêşeroja xwe ya sîyasî dîyar bikin û rêveberiya xweserîya dêmokratîk pêk bînin.

Di 17 ê mijdara sala 2023 a de, dîwana edaletê ya navnetewî biryar da ku Adirbêcan mecbûr e “vegera ewle, bê asteng û bilez” ya gelê ermenî yên Qerebaxa Çîya mîsoger bike.

Parlamentoya Avropayê  12 ê adara sala 2024 a de biryarnameyek qebûl kir û tê de bang li Adirbêcanê kir ku bi ermenîyên Qerebaxê re bikeve dîyalogeke berfireh û zelal. Armanc rêzgirtina mafên wan, garantîkirina ewlehîya wan û îmkana vegera malên xwe di bin şert û mercên hebûna navneteweyî de ye.

Koma Mînskê ya Organîzeya Hevkarî û Ewlehîya Avropayê, ku berê ji navbeynkariyê berpirsyar bû, ji ber alozîyên jêopolîtîk di karîna xwe ya tevgerê de pir kêm e.

 Ev yek ji bo çareserîya aşîtîyane ya alozîyê û parastina mafên gelê ermenî yên Qerebaxê pêwîstîya formateke nû ya danûstandinan tekez dike”.

Di mentiqê de her wiha tê gotin ku konfêransa aşîtîyê ya navneteweyî ya ku ji alîyê Swîsreyê ve tê organîzekirin, dikare bibe alîkarîyek dîyarker ji bo çareserkirina alozîyê, vegerandina koçberan mîsoger bike û bi vî awayî tevkarîyê li aramkirina tevahîya herêmê bike.

“Swîsre xwedî derfetek bêhempa ye ku rola xwe ya îsbatkirî wekî navbeynkarek bêalî bikar bîne da ku di navbera alîyên şer de dîyalogeke çêker bide destpêkirin. Di daxuyaniyê de hat gotin, ku ev soz ne tenê wê kevneşopîya mirovahîyê ya Swîsreyê bidomîne, lê di heman demê de wê pozîsyona wê ya wek hevkareke pêbawer di dîplomasîya navneteweyî de xurt bike”.

Cotmeha  sala 2024 de, biryarname ji hêla komîtêya têkilîyên der ya encûmena neteweyî ya Swîsrê ve hate nîqaş kirin û pejirandin.

Herwiha biryarname dê pêşkêşî gotûbêja lijneya bilind ya parlamentoyê jî bê kirin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button